Îranê ji bo şivanên hatin binçavkirin pere xwestin 2018-07-17 11:41:29   COLEMÊRG - Leşkerên Îranê di 3'ê Tîrmehê de li mezraya Gelêşîm yê girêdayî Gundê Garê yê navçeya Navçeya Şemzînanê ye, 2 jê zarok 4 şivan binçavkirin û birin. Li gel şivanan 970 mihên şivanan jî desteser kirin. Rayedarên Îranê diyar kirin ku dê pesê xwediyan nedin wan û ji bo 4 şiveanên hatin binçavkirin jî 50 milyon Tumenê Îranê ji malbatan xwest.    Leşkerên Îranê di 3'ê Tîrmehê de li mezraya Gelêşîm ê Gundê Garê yê Navçeya Şemzînanê Şivanê 17 salî Bayram yê 13 salî Habip û şivanên temen mezin Reşat Suren û Adem Demir tevî pezerê wan li ser sinorê hidûdê hêjmar 508 û 509 revandin. Leşkeran tevî şivanan 970 mihen wan jî desteser kiribûn. 2 hefte derbas bûn, lê hêj şivan nehatin berdan. Parlamenterên HDP'ê ji bo şivanên hatin binçavkirin bên berdan ketin nava tevgerê û bi Sefaretxaneya Îranê re hevditin kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede, diyar kir ku wan bi sefaretxaneyê re hevditin kir û xwestin şivan bên berdan, lê heta niha tu agahî ji wan nehatiye û wiha got: "2 hefte berê bi hinceta îhlala sînor kirine 4 şivan tevî 970 pezên xwe hatin binçavkirin. Me hewldanên dîlpomatîk dan destpêkirin. Berpirsiyarê Karên Derve yê HDP'ê hevalê me Hişyar Ozsoy û me serî li Sefaretxaneyê da. lê hêj tu agahî nedane me.    50 MİLYON TEMEN JI MALBATAN XWESTIN   Parlamenterê HDP’ê Dede, anî zima ku wan bi malbatan re jî hevdîtin kirine û wiha got: "Rayedarên Konsolosa Îranê ji bo şivanên binçav kirine serbest berdin ji malbatên wan 50 mîlyon Tumenê Îranê xwestin. Malbat bi konsolosê re hevditin kirine. Lê konsolosê ji ji bo 4 şivanan 50 milyon Tumenê ÎRanê xwestine."