Li Amanosan 35 hektar daristan tev şewitî 2018-07-17 11:16:14   HATAY - Li Çiyayê Amanosan, ji duh heta îro daristan şewitî. Heta ku şewat vemirandin bi giştî 35 hektar qada daristanê şewitî û tev bû xwelî.    Li Çiyayê Amanosan ê Hatayê, 35 hektar daristan şewitî û bû xwelî. Li qada daristanî ya Çiyayê Amanosan a taxa Bakrasê ya Hatayê, ji duh ve şewat derket û heta serê sibê berdewam kir. Şewata daristanê ku li taxên Uzunaliç, Maraşbogazi û Serinyol yên Navçeya Antakya belav bû, bi hevkariya 6 helikopter, 2 balafir, 42 arazoz, 8 maşîneyên kar, 20 tankerên avê, 10 yekîneyên vemirandina şewata daristanan serê sibê vemarindin. Heta ku agir vemirî 35 hektar qada daristanê tev bû xwelî.