Ji bo Rojnameger Turfent û Sayilgan serî li AYM'ê dan: Xala 14'an a PMME'ê îhlal bû 2018-07-17 11:09:54   STENBOL – Parêzeran ji bo rojnameger Îdris Sayilgan û Nedim Türfent serî li AYM'ê dan. Parêzeran diyar kirin ku Sayilgan û Turfent nûçegîhanên DÎHA ne û ji ber vê yekê rastî cudakariyê hatine û xala 14'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) hatiye îhlalkirin.    Parêzerên Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medya (MLSA) Veysel Ok û Bariş Oflas ji bo muwekilê xwe yên rojnameger Îdris Sayilgan û Nedim Turfent serî li Dadgehna Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Parêzeran ji bo Sayilgan ku ji cotmeha 2016’an heta niha bi îdîaya "Endamtiya Rêxistinê" girtî ye, di 11'ê Tîrmehê de serî li AYM'ê dan. Parêzeran di daxwaznameya Sayilgan de diyar kirin ku Sayilgan rojnameger e û karê rojnamegeriyê dike û xwestin di çarçoveya azadiya raman û îfadeyê de divê bê destgirtin. Parêzeran da zanîn ku Sayilgan ji ber nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DİHA) ye rastî cudakariyê hatiye û du caran mexdûr bûye. Parêzeran anîn ziman ku mafên azadiya ramanê û darizandina adîl hatiye îhlalkirin. Prz. Veysel Ok, da zanîn ku xala 14'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa (PMME) hatiye îhlalkirin.    JI BO TURFENT JÎ SERÎ LI AYM'Ê DAN   Nûçegîhanê DÎHA Nedîm Turfend jî di gulana 2016’an de hat girtin. Turfend zêdeyî 2 salin girtî ye. Parêzerên Nûçegîhanê Ajansa Dîcleyê (DÎHA) Nedim Turfent di 3'ê Tîrmehê de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Parêzeran anîn ziman ku Turfend nêz3i 800 rojin girtî ye û rastî cudakariyê hatiye. Parêzeran anin ziman ku mafê azadiya ramanê û azadiya darizandina adîl ji destê wî ha tiye girtin û xala PMME'ê hatiye îhlalkirin. Prz. Ok, anî ziman ku Nedîm rastî ceza hatiye, lê beyî ku ew li benda biryara dadgeha bilind û dadgeha hearêmî rawestin serî li AYM'ê dan. Ok, da zanîn ku ew bi fikarin ku Dadgeha Edliyeya Herêmî bi awayekî cîddî li dosya Turfent nanerin ji bo dem zêde derbas nebe raste rast serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. Ok, anî ziman ku wan tahliyeya Nedîm xwest.    Ok da zanîn ku li gorî biryara AYM’ê de serî li DMME'ê bidin.    MA / Yasin Kobulan