'Meclîs Herêmî ya Efrînê' biryara parvekirina axa gelê Efrînê stendin 2018-07-17 10:50:20 NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku bi belgeyê hat îspatkirin ku bi destê Tirkiye Meclisa Herêmî ya Efrînê hatiye avakirin û mal û milkên gelê Efrînê desteser dikin û li hev par ve dikin. Çavkaniyan anîn ziman ku talankirin û dizîya gel jî didome.  Li bajarê Efrînê dizî û talankirina malên gel didome. Komên çekdar li Efrînê dest datîne ser mal û milkên gel. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku Tirkiye bi riya komên girêdayî xwe Meclîsek Herêmî ya Efrînê ava kir. Çavkaniyan da zanîn ku Meclîsê di 11’ê tîrmehê de biryarek derxist ku hemû xwediyên malên Efrînê biçin gel Buroya Qanûnî ya Meclîsê û kaxizên milketiya malên xwe temam bikin. Lê tê zanin ku gelê Efrînê ji ber bombebarana Tirkiye koçî Şehbaye kiribû û Efrîn vala kiribûn. Li şûna gelê Efrînê jî ji bajarên din mirov anîbûn li Efrînê bi cih kiribûn. Parêzer Xakê Elxebarî li ser hesabê medya civakî destnîşan kir ku tedbîrên ji bo temam kirina Aqaratan ji biryara rêjîma Sûriyê ya hejmara 10 xetertir e û wiha got: "Ji ber ku naveroka biryarê ewe ku hemû milkên penaber û koçberan were desteser kirin. Ev biryar binpêkirineke eşkere der heqê koçberên herêma Efrînê de ye. Hemû zagonên derbarê mafê penaber û koçberan de derbas dike. Ev yek di çarçoveya polîtîka guhertina Demografîk a heremê de ye. Em bang li parastineke navdewletî ji bo herêma Efrînê, yekbûyîn û bilindkirina berxwedana li dijî dagirkeriyê dikin."    Welatî Zuheyda Reşîlko jî li ser hesabê xwe yê Facebookê rastiya kesê bi navê Menhel feyad omer ku ji bajarokê Hizarîn li Cebel Elzawiyê ye belav kir, Zuheyda eşkere kir ku ev kes navê sexte yê Qeyser Hebîb Omer radike ku ev kes li navçeya Badîna li Efrînê bi cih bibû û piştî diziya erbeyekê cureya Van û 4500 dolarî ji Efrînê bi hevjîna xwe re reviya. Ehmed Misto diyar kir ku kesên ku li Efrînê hatine bi cih kirin erebeya birayê wî ber bi Darit Eliza ve birine û piştî diziya dolabên erebeyê û şebekeya wê 4 hezar dolarî dixwazin da ku erebeyê vegerînin.   ÊZÎDÎ DI BIN XETERÊ DE NE   Li gorî çavkaniyên herêmî komên çekdoar ên bi navê Ehfad Elresûl ku girêdayî komên çekdar ên ASA ne mala kesê bi navê Henan Nasiro (60) li gundê Basûfanê 4 km li nêzî keleha Semanê li çiyayê Lêlûnê desteser kirin û mal veguherandine mizgeft. Çavkaniyan tekez kirin ku komên çekdar Êzîdiyên herêmî mecbûr dikin ku nimêj bikin. 4 sivîl ji aliyê çekdarên ElHemzat ve hatine revandin. Di berdewamiya revandin û girtina sivîlên herêma Efrînê de çekdarên bi navê ElHemzat bi ser gundê Basûtê ve girtin û 4 sivîl ji gund revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Çavkaniyan diyar kirin ku sivîlên hatine revandin Hisên Cuma Kirîş (45), Mecîd Ebdo Omer (50), Xeyrî Welîd Omer (27) û Şadî Betal Qedîr (40).   MA / Erdogan Altan