Bi bayê bezê derbarê wekîlên HDP’ê de lêpirsîn destpêkirin 2018-07-17 10:15:10 AMED – Derbarê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari de bi hinceta tev li merasîma cenazeyê endamê HPG’ê Mehmet Yakişir bûn bi bayê bezê lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê parlamenterên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosun û Musa Farisogullari yên tev li merasîmê endamê HPG’ê Mehmet Yakişir ê li Gîresûnê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bûbûn bi bayê bezê lêpirsîn da destpêkirin. Cenazeyê Yakişir duh bi şev anîbûn Goristana Yenîkoy ya Amedê û li vir hatibû definkirin.