Emniyetê got ‘biborîne’ dîsa jî doz vekirin 2018-07-17 09:13:28   ERDEXAN – Parêzer Yaşar Kaya yê ku ji doza “KCK” a Erdexanê tê darizandin diyar kir ku emniyet salekê li telefona wî guhdar kiriye û got: “Emniyetê ji min re got ‘Me salek li we guhdar kir. Lê em di tapeyên telefonê de rastî hêmanek sûc nehatin. Em lêborîna xwe dixwazin. Mafê we yê tazmînatê vekirinê heye.’ Li gel tiştek nedîtine jî dîsa doz li min vekirine.”    Dadeha Erdexanê li Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê ya berê Ayla Akat Ata, Parlamentera HDP’ê ya Qersê ya berê Şafak Ozanli, Parlamenterê HDP’ê yê Erdexanê yê berê Dr. Taşkin Taşkin, Parêzer Yaşar Kaya jî di nav de li 24 kesan doz vekiribû û jê vê dozê tên darizandin. Danişîna duyemîn a dozê sibê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê bê dîtin. Beriya danişînê prz. Yaşar derheqê dozê de axivî û diyar kir ku lazim e her kes ji vê doza bêhiqûqî bê beratkirin û lê wî dema di biryarên dozên “KCK” de dîtiye ku bêhiqûqî heye baweriya wî bi hiqûqê nemaye.    ‘LI KESEK ÇEND DOZAN VEDIKIN’    Kaya anî ziman ku 24 kes ji dozê tên darizandin û got: “Mixani li welêt kesek ji çend dozan tê darizandin. Heman dozê li heman kesan dikarin vebikin. Ji 2015’an vir ve ewlehiya bürokrasiyê xiza xwe nagire û heman dozê li kesan vedike.”    'SALEK LI TELEFONA MIN GUHDAR KIRINE, PIŞT RE LÊBORÎN DIXWAZIN’    Kaya destnîşan kir ku rewşek balkêş jî derbarê wî de heye û wiha vegot: “Di dosyeyek berê de biryara nepen mijara gotinê ye. Di wir de dewlet nêzî salek li telefona min guhdar dike. Piştî doz vebû, derbarê ku li min guhdar kirin e teblîx dikin. Ji min re gotin ‘Me salek li we guhdar kir. Lê em di tapeyên telefonê de rastî hêmanek sûc nehatin. Em lêborîna xwe dixwazin. Mafê we yê tazmînatê vekirinê heye.’ Piştî vê rewşê ji min re teblîx kirin, di lêpirsînek wekîlên HDP’ê hene û rêveberên HDP û DBP’ê û ku navê min jî heye li 24 kesan doz vekirin. Tişta balkêş ew e ku di çarçoveya dosyeyê de di heman rojê de lêpirsin destpê dike û di heman rojê de biryara binçavkirin û girtinê ji bo min derdixin. Di prosedura hiqûqê de lêpirsîn tê vekirin. Demek maqûl lêpirsîn didome. Bi şopandina fizikî û teknîkê digîhîjin şahidiyê. Di vê dosyeyê de balkêş e tişta sosret ew e ku bêyî şahidiyê biryara binçavkirina me hemûyan derdixin. Mal û kargehên me tên lêgerînkirin û bi lez û bez 6 kesan ji vê dosyeyê girtin. Ji vê dosyeyê niha kes girtî tune ye. Tiştek din a balkêş di vê dosyeyê de ewil kesan binçav dikin. Ji bo kesan sûc hildiberînin. Di pergala hiqûqî ya asayî de li ser delîlbûnê bersûc tê sûcdarkirin. Di vê dosyeyê de ewil binçav dikin û pişt re delîlan derdixin. Di lêgerîna li mal û kargehan de jî rastî tu hêmana sûc nayên. Lazim e ev dosye ji zû v bihata betalkirin.”    MA / Mujdat Can