700 karkeran dest ji kar berdan 2018-07-16 19:30:16   STENBOL - 700 karkerên li Şantiyeya Eroglu Skyland a Seyrantepe ya Stenbolê ji ber şertên xerab ên kar dest ji kar berdan. 700 karkerên dest ji kar berdan, dest bi çalakiyê kirin.    Li Seyrantepe ya Stenbolê 700 karkerên li Şantiyeya Eroglu Skyland, di şertê xerab de kar dikin, ji bo şertê giran şermezar bikin, 0kar berdan û dest bi çalakiyê kirin. 700 karkerên dest ji kar berdan anîn ziman ku xwarina wan pir xerab e û şertên kar pir giran in. Karkerên dest ji kar berdan, piştre dest bi çalakiyê kirin. Karkeran anîn ziman ku heta şertê wan baş bibe dê çalakiya xwe bidomînin.