Nûçegihanê me Soylemez hat berdan 2018-07-16 17:59:32   ÎZMÎR - Nûçegihanê Ajansa me Mezopotamya  (MA) Haci Soylemez ê ji bo nûçeya Nacî Dayangaç ê li Manîsayê di operasyona polîsan de hat kuştin bişopîne, çû ber Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê, yê hatibû binçavkirin, hat berdan.    Walitiya Manîsa di 12’ê Tîrmehê de, li Manîsayê operasyona “Narkotîkê” da dest pêkirin û ragihandibû ku di operasyonê de Nacî Dayangaç ê HPG’î hatiye kuştin. Nûçegihanê me Hacî Soylemez ê ji bo nûçeya Nacî Dayangaç ê li Manîsayê di operasyona polîsan de hat kuştin bişopîne, çû ber Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê û hat binçavkirin. Polîsan nûçegihanê me yê hat binçavkirin, birin Şaxa  TEM’ê ya Çankaya û ji wir jî serbest berdan.