Dozger ji bo kuştina Kemal Kurkut cezayê muebetê xwest 2017-10-18 18:25:01 AMED – İdianameya der barê cinayeta Kemal Kurkut ku di dema Newroza Amedê de hat kuştin hat qebûlkirin. Dozger, xwest ku polîsê bi navê Y.Ş. ku çek bera Kurkut da bi tawanbariya “Kuştina bi qesdî” bi cezayê muebetê bê darizandin.  Îdianameya der barê cinayeta Kemal Kurtkut ku di sibeha 21’ê Adarê roja Newrozê li ser Kolana Evrûm Alataş a Amedê hat kuştin, hat temamkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 7 mehan şûnde îdianameya der barê cinayeta Kurkut de temam kir û berpêşî dadgehê kir. Dadgeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku polîsê bi navê Y.Ş. ku çek bera Kemal Kurkut da bi tawanbariya “kuştina bi qesdî” bi cezayê muebetê bê darizandin. Her wiha der barê polîsê bi navê M.O. de jî bi hinceta guleyên aîdî çeka wî ji bedena Kurkut derneketine biyara neşopandinê hat dayîn.    Her wiha hat zanîn ku dê parêzera malbata Kurkut Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir ji bo polîsê bi navê Y.Ş. bê girtin daxwaznameyê berpêşî dozgeriyê bike.