Doza ku Demîrtaş li Erdogan vekiribû hat redkirin 2018-07-16 15:54:15   AMED – Doza tazmînatê ya ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li Serokomar Erdogan ê ku jê re gotibû “terorîst” vekir hat redkirin.    Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 8’ê tîrmeha 2017’an de li civîna G20 a li bajarê Hambûrga Elmanyayê pêk hat bû. Erdogan civîna çapemeniyê li dar xistibû û daxuyanî dabû. Erdogan, di pirsa têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê girtî de ev îdia kiribû: “Ev kesê hûn behsa wî dikin, terorîstek e.” Li ser vê yekê parêzerên Demîrtaş, Sertaş Buluttekîn û Aygul Demîrtaş Gokalp bi hinceta êrîşî mafên takekesî yên Demîrtaş û temsîla 6 milyon û 58 hezar û 489 hezar dengdêr hatiye kirin, li dijî Erdogan serê her dengdêrê qirûşek doza tasmînatê vekiribûn. Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Hiqûqa Asliye ya Amedê hat dîtin. Parêzerê Demîrtaş, Sertaç Buluttekîn û parêzerê Erdogan, Samî Kabadayi tev li danişînê bûn.    Parêzer Buluttekîn û Kabadayî parastina miwekîlên xwe kirin. Dadger piştî parastina parêzeran biryara xwe da û doza Demîrtaş red kir. Her wiha dadger got li dijî biryara wan Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ji îtîrazê re vekiriye.