Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê re hevdîtin bikin 2018-07-16 15:28:46   ENQERE – Malbatên Somayê dê bi Serokê HSK’ê Mehmet Yilmaz re hevdîtin pêk bînin.    Malbatên Somayê bi boneya protestokirina biryara ji bo doza 301 karkerên di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan hat dayîn protesto bikin, çûn Enqereyê û xwestin li ber Desteya Dozgeran û Dadgeran (HSK) şermezar bikin. Lê polîsan mudaxeleyî malbatan kir, li gel vê yekê jî daxuyanî dan. Li ser vê yekê malbat li gel parlamenterên HDP’ê çûn avahiya HSK’ê dê bi Serokê HSK’ê Mehmet Yilmaz re hevdîtin bikin.    Parlementerê CHP’ê Ozgur Ozel û Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy ku li gel malbatan bûn axivîn. Ozgur Ozel destnîşan kir ku daxuyaniya hat dayîn li ser hewldanên wan pêk hatiye ku destûr bidin û dê malbat mudaxeleya bi destê HSK’ê pêk hatiye dê ji Serokê HSK’ê re vebêjin.    Oya Ersoy jî anî ziman ku doz hêj xelas nebûye û wê doz biçe îstînaf û temyizê.  Ersoy got ew ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê dozê.