Danişîna rojnameger û parêzeran destpê kir 2018-07-16 15:10:29   STENBOL – Danişîna doza rojnameger û parêzer jî di nav de13 jê girtî ya 23 kesan destpê kir.    Danişîna ewil a doza rojnameger û parêzeran dest pê kir. Nûçegihanên ETHA’yê Îsmînaz Temel û Havva Cuştan, parêzer Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar yên girtî û parêzer Gulhan Kaya û Alî Haydar Dogan serbest 13 jê girtî 23 kesên tên darizandin bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” tên darizandin. Danişîn li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tê dîtin. Hemû girtî anîn salona danişînê. Hin kesên serbest tên darizandin jî li danişînê amade ne. Gelek nûner û parêzerên sazî û rêxistinên hiqûqnasan, Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum û Musa Pîroglu û gelek kes danişînê dişopînin.    LEŞKERAN NEXWESTIN    Malbat dema hatin salonê silav dan girtiyan û li ser vê yekê leşkeran xwest mudaxeleyî malbatan bikin. Parêzeran bertek nîşan da û demek kurt rageşî qewimî. Danişînê bi tespîta nasnameya destpê kir. Parêzeran xwest leşkerên li cihê mêvanan rûniştine rabin û derkevin derve.    Parêzeran anî ziman ku polîs beşdarî darizandina yên tên darizandin bûne û got: “Dibe ku wek tehdît bê dîtin.” Serokê Dadgehê Abdurrahman Orkun Dag jî li ser îtîrazan got: “Li vir darizandinek vekirî tê kirin.” Heyeta dadgehê pişt re jî daxwaza parêzeran qebûl kir û pişt re red kir.     ‘LI DIJÎ HIQÛQ Û QANÛN E’    Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û gotin: “Di çarçoveya dosyeyê de çar parêzer tên darizandin. Lêpirsîn ji destpêkê ve li dijî hiqûqê ye. Lêgerîn, desteserkirin, girtin û binçavkirin li dijî qanûnan pêk hatiye. Bila beyanên şahidên nepen ji dosyeyê bê derxistin.”    DAXWAZ RED KIR    Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê navber da danişînê. Heyeta dadgehê biryara sereke da û biryara hemû daxwaz bên redkirin da.    Danişîn bi parastina yên girtî didome.