‘Daxwaza aştiyê ne sûc e, ji Onur Hamzaoglu re azadî' 2018-07-16 14:58:08   ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik, di civîna li TTB’ê ku ji bo Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu pêk anîn de got “Ez bang li endamên darazê, medya û siyasetê dikim ku bi rêzdarî tev bigerin." Parlamenterê CHP’ê Îbrahim Kaboglu jî got: "Daxwaza aştiyê ne sûc e. Divê Hamzaoglu serbest bê berdan."    Danişîna doza Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu dê di 19'ê Tîrmehê de li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Têkildarî danişîna doza Onur Hamzaoglu, Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Ahmet Şik û Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Îbrahim Kaboglu, li Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) civîna çapemeniyê pêk anîn.    EM HEFTEYA AZADIYA HAMZAOGLU ÎLAN DIKIN   Sekreterê Giştî yê TTB'ê Bulent Nazim Yilmaz, diyar kir ku nêzî 6 mehin Hamzaoglu girtî tê darizandin û wiha got: "Em carek din îlan dikin ku em li Hamzaoglu xwedî derdikevin. Em vê hefteyê ji bo Onur Hamzaoglu hefteya azadiyê îlan dikin. Hamzaoglu ne kesekî ji rêzê ye. Kesekî ku tenduristiya civakî esas digire ye. Ger ku Onur Hamzaoglu dibeje aştî, we demê şer zerarê dide tenduristiya civakê."    Parlamenterê CHP'ê Îbrahim Kaboglu jî bal kişand rola Onur Hamzaoglu û wiha got: "Dema Onur Hamzaoglu tê gotin Dilovasi tê aqilan. Onur Hamzaoglu ji bo Dilovasi gelek xebat kirin û kirin rapor.  Daxwaza aştiyê ne sûc e.  Ewil wekî îmzekarên Kocaeliyê hatibû binçavkirin. Ez û wekî min bi hezaran mirov li dijî qanûnan û hiqûqê hatin binçavkirin. Em ji zanîngehê hatin îxrackirin. Em dîsa dibêjin daxwaza aştiyê ne sûc e. Hamzaoglu, ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin. Ev sûcê zagonî ye."    Parlamenterê HDP'ê yê Stenboülê Ahmet Şik jî ani ziman ku di rejîmên faşîzm û otorîter de li şûna liyakat, biat serdest e, û li şûna rastiyan derew serdet e û Tirkiye ji yek ji vanan e. Şik, anî ziman ku hevalên wan Onur Hamzaoglu jî ji ber vê polîtîkayê girtî ye. Şik, da zanîn ku ji Zanîngeha Boğazîçî heta ODTU hewl dide fikrên xwe serdest bike û rejîma xwe li van deran têxe meriyetê. Em îro ji bo Hamzaoglu di nava şewirmendiy3e dene. Em dixwazin di 19'ê mehê de jî ev şêwirmendî hîn xurttir be."     Şik, da zanîn ku Onur Hamzaoglu  ji ber danezan îmze kir û aştî xwest hat girtin û wiha got: “Ez bang li endamên darazê, medya û siyasetê dikim ku bi rêzdarî tev bigerin."