Polîsan mudaxeleyî malbatên Somayê kir 2018-07-16 13:21:58   ENQERE – Li ber HSK’ê polîsan mudaxeleyî malbatên Soma û parêzerên wan kir. Amirek polîsan bi balkêşî got: “Li otobusê siwar bibin biçin, nexwe em ê we paqij bikin.”    Malbatên 301 karkerên di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dan biryara dozê ku hat dayîn şermezar dikin. Malbat bi boneya vê biryara dadgehê şermezar bikin xwestin li ber Desteya Dozgeran û Dadgeran (HSK) kom bibin.    Malbat bi otobusê hatin cihek nêzî ber HSK’ê ku destê wan de wêneyên karker û pankart hebû xwestin bimeşin. Lê polîsan bi hinceta destûra walîtiyê nîne destûr neda çalakiya malbatan. Li ser vê yekê rageşî qewimî û polîsan malbat û parêzerên wan asteng kir. Polîsan pişt re bi gaza îsotê mudaxeleyî malbat û parêzeran kir. Di vê navberê de polîsan mudaxeleyî rojnamegeran jî kir.    Di kêliya sekna malbatan didomiya, amirek polîsan bi balkêşî got: “Li otobusê siwar bibin biçin, nexwê em ê we paqij bikin.”