MSD'ê, dê kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne 2018-07-16 10:21:21       NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), dê îro kongreya xwe ya 3'emîn pêk bîne.b    Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), dê îro kongreya xwe ya sêyemîn pêk bîne. Tevî 270 delegeyan, wê mêvanên ji bajarên din ên Sûriyeyê, heyetek ji Ewropayê û nûnerên Rêveberiya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê jî tevlî kongreyê bibin. Komîteya Amadekar a Kongreyê diyar kir ku ew li bendê bûn heyetek ji Bakurê Kurdistanê jî tevlî bibe, lê Tirkiye destûr neda. Di kongreyê de wê rêveberiya nû ya MSD'ê bê hilbijartin.   Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di 9'ê kanûna 2015'an de de li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a avakirina koalîsyonek demokratîk li tevahî Sûriyeyê, bi amadebûna gelek pêkhate û derdorên siyasî yên Suriyeyê (103 delege) hat avakirin. MSD'ê di demekê ku komên ku navê "Opozisyona Sûriyê" li xwe dikin li paytexta Qahîre Riyadê kongreya xwe li dar dixistin de hate avakirin. Gelek hêz, partî, rêxistinên siyasî û civakî û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê di meclîsê de cih digirin.   Der barê meclîsê de:    Di encamnameya kongreyê de Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ku ew ê berpirsyariya qonaxa dîrokî bigire ser xwe, şoreşê bîne ser riya wê ya rast, rijandina xwînê rawestîne û riyekê ji tarîtiya ku welat ketiyê re bibîne, hêviyên gel pêk bîne, sîstemeke demokratîk pêk bîne, hat îlankirin. Di heman kongreyê de, hevpeymana siyasî ya meclîsê jî hat pejirandin. Di xalên hevpeymanê de, avakirina sîstemeke demokratîk, parlamenterî, pir reng û ne navendî esas hatin girtin. Her wiha azadiya jinê wekî mîsogeriya hemû azadiyan, ciwanan jî weke hêza dînamîk a civakê jî hat dîtin.   Di kongreyê de MSD wekî sîwana siyasî, niştimanî û demokratîk a Sûriyayê hate pejirandin.   MÎSYONA MECLÎSÊ    MSD'ê bi hêza xwe ya sivîl, siyasî û endanên xwe ji bo veguheztina welat ji tundî û desthilatdariyê ber bi dewleke qanûnî ve dixebite.   TORA RÊXISTINA MSD'ê   Tevna rêxistinî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji hejmarek deste û buroyan pêk tê. Ji wan; Desteya Serokatî. Endamên Desteyê ji 13 heya 15 kes in, li gel wê jî hevserok hene. Deste pêkanîna biryarên. xebatên buro û komîteyên meclîsê dişopîne, endamên wê ji aliyê Desteya Siyasî ve ji bo salekê têne hilbijartin. Endamên vê desteyê kêmanî her 15 rojan an jî dema were xwestin dicivin.   Desteya Siyasî endamên xwe ji 43 heya 50 kesî ne îradeya meclîsê temsîl dike, erka wê avakirina meclîsên herêmî ye. Wekî desteya zagonsaz û rêveber tê dîtin.   Hevserokatî: Berdevak û nûnera meclîsê ye, xebatên Desteya Siyasî û Desteya Serokatî bi rêve dibe û ji aliyê endamên meclîsê ve têne hilbijartin.   Mekanîzmeya xebatên buroyên meclîsê   Di meclîsê de buro hene. Her buroyeke jî sîstemeke wê kar û rêxistînî û serokê wê heye. Deste bi riya meclîsan karê xwe birêxistin dikin.   Buroyên Meclîsên ev in; Buroya Rêxistinî: Erka buroyan diyar dike.   Buroya Sekretariya: Navên endaman, komên di nav de cih digre arîşf dike.   Buroya Têkiliyên Giştî, Buroyan Jin, Ragihandin û Ciwanan.   Xebatên meclîsê di nava du salan de   Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di nava du salan de gelek gav avêtine. Gelek civîn him di hinder û him jî li derve li darxistine û ji bo çareseriya aştiyane li Sûriyê gelek armanc bi dest xistine, ji wan, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Meclîsa Sivîl a Herêma Tebqayê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê ava kir û derfetên xizmetguzariyê û tenduristiyê û hwd pêşkêş kir.   Meclîsa Sûriyeya Demokratîk dê îro kongreya xwe ya sêyemîn lidar bixe, da ku ji nûve rêxistinbûyîna xwe ava bike ku karibe bi awayekî hîn berfirehtir alîkairya gelê Bakurê Sûriyê bike.