Qeyûm bi butçeya şaredariyê maşîna dozger tamîr kir 2018-07-16 09:34:01   MÊRDÎN - Qeymeqamê Navçeya Artûklu û Qeyûmê Şaredariya Artuklu Şakir Oner Ozturk maşîneya dozgerê Mêrdînê ku qeza derbas kiribû bi butçeya şaredariyê tamir kir.    Qeymeqamê Navçeya Artûklu, Şakir Oner Ozturk ku ji aliyê Wezîre Karên Hundir ve di 13'ê Kanûna 2016'an de wekî Qeyûm tayinî Şaredariya Artuklu hat kirin, maşîneya dozgerê Mêrdînê ku qeza derbas kiribû bi butçeya şaredariyê tamir kir. Qeyûm di civîna meclîsê de îmze avêt bin biryarên balkêş. Ozturk, di meclîsê de biryar girt ku tamîra Girtîgehê ji aliyê şaredariyê ve bê kirin. Dîsa biryar girt ku maşîna Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê ku qeza derbas kiriye ji aliyê şaredariyê ve bê tamîrkirin. Dîsa ji bo seha hali ya Midûriyeta Tevgera Taybet bê restorekirin. Qeyûm bi vî şiklî butçeya şaredariyê xist xizmeta Dozger, Girtîgehê û Tevgera Tîmên Taybet.