Karkerên ku ji komirê reş bûne dê tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin 2018-07-16 09:11:44   ÎZMÎR - Rojnamegerê berî hemû çapemeniyê çû ser facîaya Somayê Onur Yildirim, diyar kir ku kesên ji kamirê reş bûne û dê du carî facîayê ji bîr nekin. Yildirim, bal kişand ser biryarê û wiha got: "Li Tirkiye pergala hiqûqê tirsiya ku sermayedaran ceza bike."    Li navçeya Soma ya Manisayê di 13'ê Gulana 2014'an de facîaya kana komirê pêk hat û 301 kerker mirin. Dadgehê di 11'ê Tîrmehê de der barê dozê de biryar da û cezayekî kêm li patronan birî. Têkildarî facîayê û doza hat dîtin Rojnameger Ugur Şahin û Onur Yildirim li ser bûyerê lêkolîn kirin û pirtûka “Ez cîzmeya xwe derxim" nivîsandin. Rojnameger Onur Yildirim ku 10 salin rojnamegeriyê dike diyar kir ku wî ji destpêka bûyerê heta roja 11'ê Tîrmehê ku dadgehê biryar daye komî ser hev kiriye û wiha got: "Pirtûka ewil têkildarî bûyerê bû. Pirtûka duyemîn dê der barê dozê û biryara  dadgehê de be. Lêgerîna malbatnan û parêzeran a edaletê vedibêje.  Di sala 2014'an de piştî li Navçeya Aliaga ya Îzmirê, piştî min nûçeya 105 karkerên şaredariyê ji kar hatin avêtin şopand, min agahiya facîaya kana komirê ya Somayê girt. Ez bi lez çûm wir. "Min ewil telefon kir. Piştre min dît ku rewş pir xerab e û ez bi lez çûm Soma. Yekem rojnaemgerê ku gihişt Soma ez bûm. Dema ez gihiştim wir, bi deh hezaran mirov li Kana Madenê ya Egnesê ku wekî ‘Karanlikdere’ pênase dikin, dikirin qêrîn û hawar. Li xizmên xwe digeriyan. Li kana Komirê dûxan hildibû. Ez heta saetekê di şokê de bûm. Yekem car ez rastî rewşek wisa dihatim. Her kes li benda agahiyek ku ji kanê derkeve bû."     KESÊN KU JI KOMIRÊ REŞ BÛNE DÊ QET SOMA JI BÎR NEKIN'    Yildirim, da  zanîn ku kesên di kana komirê de ji komirê reş bûbin tu carî komkujiya Soma ji bîr nekin û wiha got: "Min cenazeyê 301 karkerên madenê şopand. Destê karkerên madenê girêdayî bû. Maskeya oksîjenê di difina wan de bû. Kesê destê wan girêdayî çawa karin maske girê bidin. Ji bo rojnamegeran û civakê bixapînin maske xistibûn ruyê wan. Piştî cenazeyê 11’an derxistin min fam kir ku maske lîstik û hîle ye. Ruyê karkerên madenê bi bataniyan vedişartin. Xizmên wan ji bo li rûyên cenazeyan binerin dikirin qerîn û hawar. Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan di roja duyemîn a faciayê de hat Soma. Rojnameger û endamên saziyên civakî yên xwestin hesabê vê komkujiyê bipirsin, ji aliyê parazvanên Serokwezîr ve hatin astengkirin. Li wir hêzên çevîk her der dorpêç kir û destûr neda kes nêzî cihê bûyerê bibin. Heta serokwezîr çû xebata lêgerîn û rizgarkirinê rawestiya. Vegotina vê êşê nayê kirin. Kesên rûyê wan ji komirê reş bûbe tu carî Soma ji bîr nakin."    'EV RÛREŞIYA EDALETÊ YE'   Yildirim, da zanîn ku cezayê li berpirsiyarê komkujiya Soma birîne dê wekî rûreşiya edaletê bimîne û wiha bi dawî kir: "Ev ceza û biryara hat dayîn nîşan dide ku rayedarên edaletê û hiqûqê ji karsazan ditirsin. Wekî ku xelatê bidin bersûc ceza kirin. Doz bi vî cezayî bi dawî nabe. Ev rûreşiya edaleta Tirkiye ye. Di bûyerê de keçikek 2 salî bavê wê jiyana xwe ji dest dabû. Min ew hembêz kir û bir teniştê. Ev ji bo çîna karker a Tirkiye şerm e."    MA / Haci Soylemez