Gergerlîoglu yê HDP’î: Hêj serdemek wisa nejiyaye 2018-07-16 09:09:49 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, ku her dem li dijî OHAL'ê dengê xwe bilind kir, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û diyar kir ku Tirkiye tu carî serdemek wisa nejiya ye û wiha got: "Îktîdarê hewldana darbeyê ji bo xwe kir firsend. Em dikevin pêvajoyek ku parastina wê tune ye."  Li Tirkiyeyê piştî darbeya leşkerî ya sala 1980'ê bi Qanûna Bingehîn ya sala 1982'ê bingeha OHAL'ê hat avêtin. Di sala 1983'an de OHAL kirin zagon. Zagona OHAL'ê ji sala 1987'an heta 2002'an bi giştî 15 salan 46 caran bi biryara meclîsê li bajarê kurdan hat dirêjkirin. Piştre li 13 bajarên kurdan 15 salan berdewam kir. Piştî hewldana 15'ê Tîrmehê vê carê li tevahiya Tirkiye hat îlankirin. Tê payîn ku di 18'ê tîrmehê de bi dawî bibe. OHAL'ê di nava 2 salên d8awî de tahrîbatek mezin li pey xwe hişt. Di serdema OHAL'ê de 36 KHK hatin weşandin. Nêzî 140 hezar karmend û karker ji kar hatin avêtin. Tenê 3 hezar û 752 kes dîsa li karê xwe vegeriyan. Ji 169 hezar û 13 kesan, piştî hatin binçavkirin û rastî lêpirsînê hatin jê 50 hezar û 510 kes hatin girtin. Bi KHK yan, 6 hezar û 383 akademisyen ji zanîngehan hatin avêtin. 5 hezar û 295 akademisyen betal man. 166 rêxistinên medya, Hezar û 431 dernek-vakif  hatin girtin. 140 hezar pasaport hatin betalkirin. Ji 108 hezar û 905 kesên serî li Komîsyona OHAL'ê dan tenê der barê hezar û 300 dosyayan de biryar hat dayîn.    'SERDEMEK GIRAN Û XERAB BÛ'    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu yê bi KHK'ê ji kar hat avetin, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û nirxandinên girîng kirin. Gergerlîoglu pêvajo wekî şanoyek xemgîn penase kir û wiha got:  “Bi serpêhatiyên sedhezaran di demokratîkbûna Tirkiye de serdema herî trajîk pêk hat. Tirkiye gelek serdemên giran û xerab derbas kir, lê tu carî bi qasî niha serdemên giran û xerab derbas nekir.  Îktîdarê ev yek ji bo xwe kir firsend û îktîdara xwe  zexm kir. Tirkiye bi îktîdara AKP'ê ji pîvanên hiqûq û demokrasiyê dûr ket. Tirkiye bi hewldana 15'ê Tîrmehê re bêtir ji demokrasî û hiqûqê dûr ket. Piştî OHAL hat îlankirin, felaketa mezin hat serê Tirkiyeyê. Demokrasî û hiqûqa heyî jî ji holê rabû. Bi KHK yan hewl didin ku hemû hêzên muxalif perçe bikin. Me ji destpêkê heta dawî OHAL rexne kir. Teqez çek ne çareserî ye. Piştî hewldana darbeyê lmi şûna Erdogan rûpelek nû veke, ev ji bo xwe kir firsend û 2 salin Tirkiye bi OHAL'ê bi rêve dibe. Qanûna Bingehîn li dervê sînor hiştin. KHK li dijî Qanûna Bingehîn weşandin. Piştî OHAL hat îlankirin 7 caran dirêj kirin. 2 salin li dijî Hiqûqê OHAL hatiye îlankirin. Armanc dikin ku OHAL'a herêmî û mayinde pêk bînin. Êdî Tirkiye têk çûye. Di 2 salên dawî de pir paşve çû."    TU CARÎ BI QASÎ NIHA ÎHLAL PÊK NEHATIN   Gergerlîoglu, destnîşan kir ku di serdemên borî de tu carî bi qasî niha mafên mirovan nehat binpêkirin û wiha bi dawî kir: “Hemû parazvanên mafên mirovan hevpar in ku tu carî bi qasî niha mafên mirovan nehatiye binpêkirin. Êdî em derbasî ku parazvanên mafên mirovan jî nikarin xwe biparêzin dibin. Parazvanên mafên mirovan mafan diparêzin. Lê êdî parazvanên mafên mirovan jî nikarin mafê xwe biparêzin. Ev rewşek pir xerab e. Meclîs bêdeng ma.      MA / Hayri Demir