Cejna Evvel Temmuz 4 hezar salin bê navber didome 2018-07-16 09:08:30   HATAY – Cejna Evvel Temmuz ku gelê Nusayrî wekî cejna palehiyê û bereketê pîroz dikin, 4 hezar salin bê navber berdewam dikin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê û salên 90'î cejn li gelê Nusayrî hat qedexekirin. Serokê Mala Gel ê Samandagê Ali Karasu, têkildarî cejnê diyar kir ku wan bi bedelên giran ev cejn heta îro parastiye û zindî hiştine.    Li navçeya Samandagê ya Hatayê gelê Nusayrî 4 hezar salin bê navber cejna Evvet Temmuz pîroz dikin. Gelê Nûsayrî wekî hevneşopiyekê her sal cejna Evvel Temmuz bi coşek mezin pîroz dikin. Cejna Evvet Temmuz roja borî bi kelecan û coşekê bi dawî bû. Cejna Evvel Temmuz sêlekan/rîkelan a li perava herî dirêj a Tirkiye hat pîrozkirin 4 rojan berdewam kir. Bi roj panel hatin lidarxistin û bi şev jî konser hatin dayîn. Li perava ku cejn lê tê pîrozkirin li gorî rîvayetan tê gotin ku Hz. Hizir û Hz. Musa lê gihiştine hev. Li herêmê elewiyên erem (Nusayrî) û erebên Xiristiyan û gundê Vakifli yê ji ermeniyan maye heye.    Cejna Evvel Temmuz, li gorî salnameya Miladî di 14'ê tîrmehê de, li gorî salnameya Romî jî di 1'ê Tîrmehê de tê pîrozkirin. “Yek" bi eremî wekî “evvel” tê gotin. Ji ber vê yekê 14'ê tîrmehê li gorî baweriya erebiyên elewî yên li Tirkiye wekî “Evvel Temmuz” tê qebûlkirin.