ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-16 09:00:01 * Li gorî Rapora Zinarê Zayendiya Civakî ya Kurevî, ji bo zinarê neqeba wekheviya firsendê ya jin û mêr bê girtin, endeksa herî girîng, zêdekirina tevlêbûna polîtîk e. Li gorî Wekîla Seroka KEFEK’ê ya serdema berê  Candan Yuceerê ev zinarê navbera jin û mêr di 16 salên îktîdara AKP'ê de her ku diçe bêtir kûr dibe.    Malbata Demîr ku 20 salin li Zozanê Artemêtê ya Wanê nêzî 500 mih û bizinan xwedi dike, bi şîr û penêrê wan debara xwe dike.    Cejna Evvel Temmuz ku gelê Nusayrî wekî cejna palehiyê û bereketê pîroz dikin, 4 hezar salin bê navber berdewam dikin. Piştî darbeya 12'ê Îlonê û salên 90'î cejn li gelê Nusayrî hat qedexekirin. Serokê Mala Gel ê Samandagê Ali Karasu, têkildarî cejnê diyar kir ku wan bi bedelên giran ev cejn heta îro parastiye û zindî hiştine.    Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, ku her dem li dijî OHAL'ê dengê xwe bilind kir, bal kişand ser pêvajoya OHAL'ê û diyar kir ku Tirkiye tu carî serdemek wisa nejiya ye û wiha got: "Îktîdarê hewldana darbeyê ji bo xwe kir firsend. Em dikevin pêvajoyek ku parastina wê tune ye."    Karkerên di înşaeta Wargeha Esenyûrt a Zanîngeha Beykentê de dixebitin, ji ber heqdestê xwe nastînin dest bi grevê kirine. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kir fîrmaya taşeron jî tev li çalakiya grevê bûn. Rayedarê fîrmaya taşeron, diyar kir ku bi mehan e ji fîrmaya sereke pere nedane û ji ber vê yekê nikare pereyên karkeran bide wan.     Rojnamegerê berî hemû çapemeniyê çû ser facîaya Somayê Onur Yildirim, diyar kir ku kesên ji kamirê reş bûne û dê du carî facîayê ji bîr nekin. Yildirim, bal kişand ser biryarê û wiha got: "Li Tirkiye pergala hiqûqê tirsiya ku sermayedaran ceza bike."    Rojnamegerê berî hemû çapemeniyê çû ser facîaya Somayê Onur Yildirim, diyar kir ku kesên ji kamirê reş bûne û dê du carî facîayê ji bîr nekin. Yildirim, bal kişand ser biryarê û wiha got: "Li Tirkiye pergala hiqûqê tirsiya ku sermayedaran ceza bike."    Di 4'ê cotmeha 2015'an de polîsan li taxa 5 Nîsana Rezan a Amedê bi tifinga seydê Omer Koç ê 17 sali kuştin. Di lêpirsînê de derket holê ku tifinga seydê ku polîsan pê Omer kuşt dane tîmên taybet û tîmên taybet ew bi xwe re birine Efrînê û çek hêj li Efrînê ye.    * 2'emîn danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, dê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin.    * Di çarçoveya doza Rojnameya Ozgur Gundemê de, dê danişina doza rojnameger Huseyin Aykol, Celalettin Can, Dilşah Kocakaya, Ertugrul Mavîoglu, Faruk Eren, Îhsan Çaralan, M. Celal Başlangiç, M. Fehim Işik, M. Şirin Taşdemir, Omer Agın, Oncu Akgul, Veysel Kemer û Yuksel Oguz li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * 1'emin danişîna doza rojnameger û xebatkarên Ajansa ETHA Îsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên wan Ozlem Gumuştaş û Sezin Uçar jî di navde 13 jê girtî 23 kesên doz li wan hatiye vekirin, dê li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ku ji doza TIR'ên MİT'ê tê darizandin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00)