Li Cizîrê zarokek di çem de xeniqî 2018-07-15 19:42:10   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 12 salî Şahin Akbaş ê ket Çemê Dîcleyê xeniqî.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 12 salî Şahin Akbaş ku ji bo xwe hênik bike ket Çemê Dîcleyê di avê de xeniqi. Yekineyen tenduristiyê ku zarok ji çem derxistin, cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.  Di  2'ê Tîrmehê de jî li taxa Yafesê zarokê 13 salî Baran Haykir û zarokê 13 salî Roşat Noyan ên ketin avê, di avê de xeniqîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn.