Li Manîsa di bin navê 'operasyona narkotîkê' de infaz kirin 2018-07-15 15:30:13   MANÎSA – Walîtiya Manisayê diyar kir ku di 12'ê Tirmehê de “di operasyona narkotikê de" kesek hatiye kuştin û kesek jî hatiye girtin. Derket holê ku kesê hatiye kuştin Nacî Dayangaç e. Şahidê bûyerê diyar kirin ku ne operasyona narkotikê ye û pevçûn pêk nehatiye.    Walîtiya Manisayê diyar kir ku di 12'ê Tirmehê de “di operasyona narkotikê de" kesek hatiye kuştin û kesek jî hatiye girtin. Hat diyarkirin ku kesê hatiye kuştin endamê HPG'ê Nacî Dayangaç e. Şahidê bûyerê diyar kirin ku ne operasyona narkotikê ye û pevçûn pêk nehatiye. Malbata çûn serî li Morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê dan û cenaze teşhîs kirin bi sedema ku dawiya hefteyê ye nekarîbûn cenaze bigirin. Rayedaran diyar kirin du dê sibê cenaze teslîmî malbatê dike û malbat dê li Navçeya Tetwanê ya Bedlisê defin bikin. Hat diyar kirin ku rapora ewil a otopsiyê nedane malbatê. Walîtiya Manîsa daxuyani dabû ku di 12 Tîrmeha 2018'an de saet di 18.30'an de li taxa Kuşlubahçe ya Manisayê polîs di xebata narkotikê de ketine kolane û kes bi çekan bersîv daye polîs û di bûyerê de wî kesî jiyana xwe ji dest daye.    Hat diyar kirin ku têkildarî bûyerê duh û îro li Manîsa, Stenbol û Amedê 14 kes hatin binçavkirin.