Baroyên herêmê OHAL ji înîsiyatifa meqamên herêmî re nayê hiştin 2018-07-15 15:00:23   ŞIRNEX - Baroyên 13 bajarên herêmê li Cizîrê civîn pêk anîn. Serokên Baroyên bajarên herêmê der barê OHAL’ê de fikarên xwe anîn ziman. Baroyan piştî civînê encamnameyek parve kirin û gotin “Bi hin guhertina zagonan hewl didin ku OHAL’ê li herêmê bikin mayinde û ji înîsiyatifa meqamên herêmî re bihêlin. Li gorî pîvanên civaka demokratîk û milê azadiya mafan de nayê qebûlkirin."     Nûnerên Baroyên 13 bajarên herêmê di navbera 14 - 15'ê Tîrmehê de li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê civîna xwe pêk anîn. Baroyan encama civînê bi raya giştî re parve kirin. Di civînê de Serokê Baroyên Şirnex, Semsûr, Agirî, Êlih, Bedlis, Çewlîk, Amed, Colemêrg, Mûş, Sêrt, Riha, Wan û Dêrsimê amade bûn. Divê li welatê me ziman û polîtîkayên ku perçe dikin û dubendiyê ava bikin bê terkkirin. Divê zimanê ku hemû beşên civakê hembêz dike bê avakirin. Divê hemû cudahiyan wekî dewlemendiyekê bigire dest. Di hemû pergalên demokratik de şertê sereke yê demokrasiyê cudahiya erkan e. Divê pergala hevsengiya venêrtinê bi awayekî xurt bê avakirin. Piştî hewldana darbeyê derket holê ku di ser vîna gelan re tu hêzên din tune ye. Rewşa Rêveberiya Awarte OHAL her ku diçe dibe wekî rewşek rewa û asayî. Ev yek fikar û metirsiyên me zêde dikin. Di pêvajoya 2 salan a bi hikûqa KHK'yan, rê li pêş lêgerîna mafê azadiyê girtiye. Bêtir bêhiquqî mayinde kiriye. Ji bo mexdûriyeta bi OHAL'ê pêş ket bi dawî bibe, divê bi lezgîn komîsyona OHAL'ê bi awayekî adîl biryarên rast bide. Dive bi lez OHAL bê rakirin û serdema asayî bê destpêkirin. Divê mafê azadiya mafan ên civakî u demokratîk bê parastin. Her çend niqaşên ku OHAL bê rakirin me kêfxweş bikin jî niqaşên ku zagonên ku pêkanînên OHAL’ê ji înîsiyatifa rêveberiyên herêmî re bihêle fikarên me zêde dike. Divê OHAL ji înîsiyatifa rêvberî û maqamên herêmî re neyê hiştin.    Lêpirsîna kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de  li Sûra Amedê rastî sûîkastê hat hêj bi dawi nebûye. Hêj kesekî şikdar jî nehatiye darizandin. Ew qas dem derbas bû, lê hêj faîl nehatiye dîtin û darizandin. Dîsa divê têkildarî bûyera li Pirsûsê bi awayekî çalak û adîl bê lêpirsîn û bi lez bi encam bibe. Di bûyerê de kijan alî dibe bila bibe dive kesên sucdar bên girtin û derkevin pêşberî edaletê.    Mafê jiyanê pîroz e. Êrîşa li dijî hemû çalakiyan nayê qebûlkirin. Di demên dawî de li bajarê Agirî, Colemêrg û Lîcê înfazên pêk hatin nayê qebûl kirin û em şermezar dikin. Weki baroyên herêmê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, divê qanalên siyaseta sivîl û demokratîk bê vekirin. Divê hemû pirsgirêkên civakê bi riya siyaset, diyalog, hiqûq û aqil bên çareserkirin. Li gorî ve yekê divê îktîdara siyasî bi hemû partiyên siyasî re diyalogê pêş bixe û hola aştî û aramiyê pêş bixe.