Tosunê HDP’î: Di wê kêliyê de tenê li aştiyê fikirîm 2018-07-15 12:29:54   AMED – Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun ji ber ku bi laçika xwe ya spî sond xwar mohra xwe li pêvajoya sonxwarina li Meclîsê da. Tosun diyar kir ku ew ji destpêkê heta dawî şahidê zindî yê şerê li Sûrê ye û wiha got: “Ez şahidê zindî yê hemû qedexe, şer û wêrankirina li Sûrê pêk hat im û ji bo vê jî heta ku ez bijîm dê laçika xwe ya spî ji bo aştiyê bidim serê xwe."    Parlamentara HDP’ê yê Amedê Tosun ku di serdema şerê Sûrê ya 28’ê Mijdara 2015’an de dest pê kir û 96 roj dom kir yek ser şahidiya zindî ya qedexeya li ser 6 taxan, şer, kuştin û wêrankirinên pêk hatin kir. Ji ber vê şahidiya zindî li gel pitika xwe 2 meh di girtîgehê de ma û di hilbijartina 24’ê Hezîranê de di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de wek parlamenterê Amedê hat hilbijartin û çu Meclîsê. Tosun ji ber ku yekemîn care di Meclîsa Tirkiyê de (TBMM) di serê xwe de laçika spî sond xwer, mohra xwe li pêvajoya merasîma sondxwarinê da. Tosun piştî ku bi laçika xwe ya spî li Meclîsê sond xwar û vegeriya Amedê, sedemê çûyîna xwe ya Meclîsê ya bi laçika xwe ya spî vegot.   NESÎHETÊN DAYÎKAN   Tosûn ji bo sedemê çûyîna xwe ya Meclîsê ya bi laçika xwe û hestên xwe yên di serdema sondxwarinê de van tiştan anî ziman: “Ez qe neketim nav kelecanek, ez di xebat û mîtîngên hilbijartinê yên di nav gel de bêtir diketim nav kelecanê. Ez di wan kêliyan de tenê aştiyê fikirîm, di serdema hilbijartinê de daxwazên jinan ên aştiyê ji hişê min dernek. Nesîhetê dayîkan yên di kampanya hilbijartinê de li min kirin, kelecana di nava çavê zarokan de ji ber çavên min qet neketin.”   LAÇIK ÇANDA ME YE    Tosun bal kişand ser parvekirinên tora civakî ya li ser piştî merasîma sonda li Meclîse xwarî û wiha gatina xwe bi dawî kir: “Kesên ku wate û girîngiya laçika spî zanibûn xwedî li sonda ku min bi laçik di serê min de  xwend derket. Hinekan jê di parvekrinên xwe de digot ‘ma tu çuy mewludê?’. Laçıka spî kevneşopiya me ye. Sembola aştiya jinên kurd e. Kî ji ber vê nerhet dibe bila bibe. Ez dê her dem bi laçika xwe ya spî biçim parlamentoyê. Hinekan jî digot ku ‘hevîrê xwe bike û here’. Belê emê hevîrê xwe jî biguvêjin, li malê xwarina xwe jî çekin û biçin Meclîsê jî’.