Di 3 salan de li Erdexanê li 450 HDP û DBP'î doz vebû 2018-07-15 11:17:47   ERDEXAN - Li bajarê Erdexanê piştî "Pêvajoya çareriyê" herî kêm li 450 endam û rêveberên HDP û DBP’ê doz vebû. Prz. Yaşar Kaya, diyar kir ku ew rastî pêikaninên li dijî hiqûqê tên û wiha got: "Li vir misqala hiqûqê jî tune."     Li Bajarê Erdexanê piştî "Pêvajoya çareseriyê" ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin û bi destê Serokomar Tayyip Erdogan hat xerakirin herî kêm 450 siyasetmedardên kurd hatin girtin. Piştî di sala 2015'an de Serokomar Tayyip Erdogan got "Em pêvajoyê dixin sarincê. Mase tune'. Piştî gotina Erdogan li dijî siyasetmedarên kurd operasyona siyasî hat destpêkirin. Rêveber, Hevserok û Parlamenterên HDP'ê, rêveber û hevşaredarên DBP'ê hatin binçavkirin û girtin. Parêzer Yaşar Kaya, bal kişand ser pêkanînên keyfî yên li dijî siyasetmedaran û diyar kir ku li Erdexanê ev yek di asta herî jor de ye. Kaya, anî ziman ku bêyî delîl û belgeyan dozê vedikin û hemû dozên hatine vekirin keyfî ne.    DOZGER BI ME RE HEVDÎTIN NAKE'    Kaya, da zanîn ku hemû dozên hatine vekirin li ser îxbar û şahidên nepen hatine vekirin û ji delîl û belgeyan dûr in. Prz. Kaya, da zanîn ku dozger der barê dosyayên vekirine de bi wan re hevdîtin nake û wiha got: "Hevserokên HDP û DBP'ê jî di navde 18 kes tên darizandin. Ev hemû bi îxbara "Kesên xeyalî" tên darizandin. Pergala edaletê têk çûye. 3-4 meh berê ji bo ku ez aqûbeta dosyayan fêr bibin, min xwest bi dozger re hevdîtin bikim. Serdozger li cihê xwe tune bû. Dozger daxwaza hevdîtinê qebûl nekir. Min jî bi daxwaznameyê serlêdan nekir û ev rewş şermezar kir. Mixabin dozger bi awayekî keyfî tev digere. Kesê îxbar dike tune. Di esasê xwe de hemû îxbar xeyalî ne. Hemû dozên tên vekirin keyfî û bê delîl in.    KESÊ ÎXBAR DIKIN XEYALÎ NE   Mînak di sala 2006'an de di fezlekeya ku Cendirmeyan amade kir de bi îdîaya ku şahidekî nepen ê bi navê Metin Turev li ser wan îfade daye gelek rêveber hatin darizandin û doz li wan hat vekirin. Dema me pirsa vî şahidê nepen kir derket holê ku kesekî wisa li holê tune ye. Dema dadgehê ji cendirmeyan pirsa Metin Turev kir derket holê ku kesek wisa tune ye. Piştî ev yek derket holê, divîya bû doz betal bûbûya. Diviya bû hemû bersûc beraet bûbûna. Lê niha dîsa bi hincetên cuda dozê dirêj dikin. Dozên di bin navê KCK'ê de tên vekirin tev li dijî hiqûqê ne. Hiqûq tune ye. Bi qasî serê misqalekê hiqûq tune ye. Di dosyayek 2017’an de hat vekirin 43 kes tên darizandin. Li Bajarê Erdexan û navçeya Golê yên tên darizandin endam, rêveber û hevserokên HDP û DBP'ê ne. Di vê dozyayê de kesên îtîrafkar li ser wan îfade nedaye jî doz li wan hatiye vekirin û hatin cezakirin. Li gorî pergala hiqûqa Tirkiye ji bo kesekî ceza bikin divê delîl hebin. Lê bêyî delîl nîşan bidin kesan ceza dikin. Di doza 43 kes ji doza KCK'ê ya sereke tên darizandin de 25 kes bêyî delîl hatin cezakirin.      XWENDEKAR JÎ DI BIN LÊPIRSÎNÊ DE NE   Kaya, bal kişand ser rewşa xwendekaran û da zanîn ku niha 11 xwendekar girtî ne û wiha got: "Ji sala 2015'an heta niha li nêzî 100 xwendekarî doz hat vekirin. Li gorî pivanên hiqûqê dema doz hat vekirin, kes wekî bersûc e. Lê niha piştî ku doz der barê kesan de tê vekirin ji sedî 90 rastî ceza tên. Ji ber parvekirinên medya civakî jî heman tişt heye. Li nêzî 100 kesan ji ber parvekirinên medya civakî doz hatiye vekirin. Heta niha li nêzî 500 kesan doz hatiye vekirin. Li Erdexanê 95 hezar, li Wanê nêzî milyonekê û Li Amedê milyonek û nîv nifûs heye. Lê dozên li Erdexane hatine vekirin ji yê Amed û Wane zêdetir in. Ji 2015'an heta niha li nêzî 450-500 kesan doz hatiye vekirin.    MA / Mujdat Can