7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin 2018-07-15 09:36:15   NAVENDA NÛÇEYAN - 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin. Lijneya Venêrtina Dewletê, Şûraya Leşkerîya Bilind, Sekreteriya Giştîya MGK'ê û Saziya Tipa Edlî bi vê biryarnameyê ji nûve hat teşekirin.    Di Rojnameya fermî de 7 biryarnameyên nû yên Serokomariyê hatin weşandin. Biryarnameya hat weşandin wiha ye:    "Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Teşkilatên Sazibûn, Saziyên Din û hemû Sazî û rêxistinên têkildar ên girêdayî Wezaretan; Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Saziya VEnêrtinê ya Dewletê; Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Erk û Teşkilata Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî; Biryarnameya Serokomariyê ya Der barê Wezareta Sanayiya Parastinê, Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Erk û Saziya Suraya Leşkerî ya Bilind; Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Esas û Usula erêkirina peymanên Navneteweyî; Biryarnameya Serokomariyê ya der barê Rojnameya Fermî de."    BERAT ALBAYRAK BÛ ENDAMÊ YAŞ'Ê    Li gorî biryarnameya nû Saziya Venêrtina Dewletê û MGK ji nûve hatin teşekirin. Şûraya Leşkerî ya Bilind û Saziya Tipa Edlî ji nuve hatin teşekirin. Bi Biryarnameyê Wezîrê Maliyê û Xezîneyê Berat Albayrak u Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk bûn endamên Şûraya Leşkeriya Bilind (YAŞ)'ê.    Beriya KHK'ê, civînên YAŞ'ê di Serokatiya Serokwezîr de pêk dihatin. Di civînê de Serfermandar, fermandarên hêzan, Wezîrê parastina neteweyî, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan û generalên TSK'ê û amîral tev li civînê dibûn.