Rojnamegerên rastî êrîşê hatin serî li ÎHD'ê dan 2017-10-18 16:14:25   WAN - Rojnamegerên li Erdîşa Wanê rastî êrîşê hatin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan. Rojnamegeran diyar kirin ku tiştek bê serê wan Midûriyeta Polîsan a Erdîşê berpirsiyar e.    Rojnameger Îdrîs Yilmaz û Erhan Akbaş ên li navçeya Erdîya Wanê xwestin nûçeyan çêkin, rastî êrîşa mutahît Şahin Yagar û xizmên wî hatin. Rojnameger Yilmaz û Akbaş ên rastî êrîşê hatin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dan. Serokê Şaxa İHD'ê a Wanê Murat Melet, Rojnameger Yilmaz û Akbaş bi hevre daxuyanî dan. Melet, diyar ker ku ew dê der barê berpirsiyaran de serlêdana sûc bikin.      Melet, anî ziman ku li Erdîşê 2 rojnamegerên karê xwe dikirin ji aliyê hin koman ve rastî êrîşê hatine. Melet, anî ziman ku li welatê wan qada rojnamegeriyê û çapemeniyê roj bi roj teng dibe û ew vê yekê qeyûl nakin.    Rojnameger Îdris Yilmaz  jî anî ziman ku ji ber wan nûçe çêkirine doz li wan hatiye vekirin û wiha got: "Ger ku tiştek bi me ango malbata me bê berpirsiyarê vê yekê Midûriyeta polîsan a Erdîşê ye. "   Rojnameger Erhan Akbaş jî anî ziman ku dema ji bo nûçeyê çûn û xwestin bi mutahît re hevdîtin bikin rastî êrîşa zilamê mutahît hatin.