Kiymet a polîsan kurê wê kuşt li edaletê digere 2018-07-15 09:16:58   COLEMÊRG - Kiymet Dogma ya kurê wê Jêhat Dogma li Geverê ji aliyê tîmên teybet ve bi 13 guleyan hat kuştin, 2 salin li edaletê digere. Dogma, ya tevî îşligê kurê xwe yê bi xwîn ku 13 gule lê ketine radizê, diyar kir ku ger rojekê edalet pêk bê, dê îşligê kurê xwe di gora wî de veşerê.    Di 79 rojên qedexeya derketina derve ya li Navçeya Geverê ya Colemêrgê de, di 9’ê Nîsana 2016’an de Jêhat Dogma ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hatibû kuştin. Malbata Dogma serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dabû. 2 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê hêj tu encam bi dest nexistine. Dayika Jêhat Dogma Kiymet Dogam, ji bo doza kurê xwe têkoşîna edaletê dide. Dogma ku li edaletê digere rastî gefa polîsan a "Heke derheqê me de doz bê vekirin emê jî li te dozê vekin" hat. Dayik Kiymet Dogma, ji bo edaletê li hemû deriyên rayedaran da. Lê rastî bersîva "Me terorîst kuşt" hat. Heta niha der heqê kujeran de tu lêpirsîn nehatiye vekirin. Dayîk Dogma, serpêhatî û têkoşîna xwe ya edaletê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    POLÎS GEF LI DAYIKÊ XWAR   Dayîk Dogma, bi şal, heste, saz, gîtar û telefona kurê xwe yê bi xûn derket hemberî qemerayê û got: "Kurê min li taxa Dizê di kargeha xwe de dişixulî. Dema ku diçû kargehê şer derket. Wê demê xwe avêt xaniyekî. Di xanî de bi telefonê li min geriya û alikarî xwest. Got 'Dayê me xelas bikin dê me li vir bukijin.' Piştî telefonê ez ji Şemzînan ketim rê. Lê 3 heftê şûnde cenazeyê kurê min ê bi 13 guleyan hatibû kuştin, dan min. Nehiştin em Jêhat li Geverê jî defin bikin. Ji ber vê yekê me li Vanê bi girseyî defin kir. Ji wê demê heta niha ji bo edaletê têdikoşim. 2 salin ez li edaletê digerem. Piştî bûyerê polîs hatin mala me û ez birim midûriyeta polîsan û îfadeya min girtin. Piştre li dozgeriyê îfadeya min girtin. Heta niha 7 caran polîs bi dehan maşineyên zirxî hatin ez ji malê birim midûriyeta polîsan. Ji min dixwazin ez Jêhat wek terorist qebû bikim. Ji xwe polîs jî dibêjin 'Me terorîst kuşt'. Xwe sûcdar nabînin. Dema ji Jêhatê re gotin terorîst, min lewheya bacê ya esnafiyê nîşanî wan da. Jêhet ne terorîst e. Terorîst ew kesên ku mirovan qetil dikin in. Gelek caran îfadeya min girtin, lê îfadeya kujeran negirtine. Nexweşiya tansiyon û şekir bi min re heye. Lê tevî vê nexweşiyê ez ji bo edaletê têdikoşim.    'BILA KUŞTINA KURDAN REWA NEKIN'     Dogma, destnîşan kir ku kuştina kurdan rewa dikin û wiha bi dawî kir: "Ez bang li hemû dayik û bavan dikim. Kesên zarokên wan ji aliye dewletê ve hatin kuşitn, kuştina zarokên xwe rewa nebînin. Em hesab ji kujeran bipirsin. Bila kujer li pêş hiqûqê hesab bidin. Cenazeyê kurê min ê bi 13 guleyan hat kuştin û şewitandin dan min. Divê malbat kuştina zarokên xwe rewa û asayî nebînin. Divê medya jî vê kuştinê rewa neke. 2 salin ez li heqiyetê digerim û heta ez bigêjim heqîqetê ezê têkoşîna xwe berdewam bikim. Ez bang li parêzer, parazvanên mafê mîrovan û baro dikim ku doza Jêhat bişopînin. Ne tenê ji bo kurê min, ji bo hemû kesên hatin kuştin li edaletê bigerin. Min îşligê jêhat ê 13 gule lêketiye, şal û sola wî di bin balgîfa xwe de veşartiye. Kengî edalet hat ez dê wan têxim gora kurê xwe."