Egîtîm Sen: Îktîdarê pergala 'Bi qasî pereyên xwe perwerde' xist meriyetê 2018-07-15 09:14:48   ENQERE - Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan, diyar kir ku ji sala 2012'an heta niha pêl bi pêl pergala perwerdehiya bi pere dixin meriyetê û wiha got: "Îktîdarê pergala 'bi qasî pereyên xwe perwerde' bi temamî xistin meriyetê."    Piştî qabîneya nû ya Serokomariyê hat avakirin, piraniyên wezîran ji şîrketên qadên taybet hatin hilbijartin. Bi taybetî wezîrê Tenduristiyê û wezîrê perwerdehiyê ji zanîngeha taybet û dibistanên taybet hatin hilbijartin. Di qada perwerdehiyê de jî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Ziya Selçuk ji dibistana taybet hat hilbijartin. Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan, diyar kir ku êdî perwerde jî kirin mijara bazirganiyê û wiha got: "Pergala perwerdehiya bazirganiyê ji sala 2012'an de bingeha wê hat avêtin. Îktîdara AKP'ê di sala 2012'an de bingeha perwerdehiya piyasê ya bazirganiyê, paşverû, zayendîperest, yek tîpê ava kir. Bi pergala perwerdehiyê ya 4+4+4  ev yek bi awayekî zelal aşkere kir. Bi vê pergala perwerdehiyê, her tişt kir mijara bazirganiyê. Îro rejîma tê avakirin li ser vê yekê tê avakirin. Ev ji bo AKP'ê xetek bîrdozî ye. Dê qet û qet vê xetê terk neke. Ji ber ku hebûna wê girêdayî ve xeta birdozî ye. Ziya Selçuk kirin Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî. Ev îtîrafa ku di qada perwerdehiyê de têk çûne nîşan didin. Ji ber ku nasnameya wî ya perwerdehiyê heye dixwazin rê li pêş rexne û îtîrazên civakê bigirin."    ‘HÊJMARA XWENDEKARÊN DIÇIN DIBISTANA TAYBET 12 QAT ZÊDE BÛ'   Aydogan, da zanîn ku gav bi gav hemû qada perwerdehiyê dikin qatên arizî û her tiştî dikin bi pere û wiha berdewam kir: "Di serdema AKP'ê de hêjmara xwendekarên diçin dibistanên taybet 12 qat zêde bû. Hêjmara xwendekarên diçin dibistanê taybet gihişt 1,5 milyonê. Hêjmara xwendekarên diçin dibistanên Îmam Hatîbe ji sedî 40 ne tewamî ne. Dîsa piraniya xwendekarên wu kedî dibistanê dixwînin, lê di rastiyê de naxwînin kesên xizan in. Di sala 1989'an de bi 305 kesan perwerdehiya bi maşîneyan diçin û tên dest pê kir. Bi sedema AKP'ê re dibistanên gundan hatin girtin û hêjmara vê yekê kirin 1 milyon û 400 hezar.    HERÎ ZÊDE ZAROKÊN XIZAN ZERAR DIBÎNIN   Aydogan, bal kişand ser kuştina zarokên li Aladag  û Pasûrê û destnîşan kir ku çi dibe bi serê zarokên xizan de tê û herî zêde zarokên xizan ji vê pergalê zerarê dibînin û wiha got: "Zarokên xizan neçarî perwerdehiya ku bi maşîyena diçin û tên dikin. Xwendekar dema bi maşîneyan diçin û tên rastî tacîz, tecawiz û tundiyê tên. Dîsa gelek mafê xwendekaran tê binpêkirin. Ev bandorek neyînî li ser serkeftina wan dike.    'PERGALA NÛ BI QASÎ PEREYÊN XWE PERWERDE BIBE'    Aydogan, herî dawi bal kişand ser pergala nû û wiha bi dawî kir: "Bi salan e butçeyê ji dibistanên dewletê de cuda nakin. Di bin navê teşwikê de pere dan dibistanên taybet. Di perwerdehiya ku li ser rantê pêş dikeve xwendekarên kêfxweş û serkeftî pêş nakevin. Politîkaya arizîkirinê bi AKP'ê re pêş ket. Ev xetek bîrdozî ye. Îktîdar pergala 'Bi qasî pereyên xwe dikare perwerde bibe' pêş dixe. Bi vê pergala nû bi tevahî perwerde kiriye bi qasî pereyan. Çiqas pere ew qas perwerde. MEB bi qasî bi xwediyên dibistanên taybet re kom dibe, bi malbat û weliyên xwendekaran re ew qas kom nabe. Armanca sereke çawa dikare hêjmara dibistanên taybet zêde bike.   MAFÊ PERWERDEHIYÊ MAFÊ JIYANÊ YE    Xwendekar bi qasî xwediyê mafê jiyanê ye, ew qas jî xwedî mafê perwerdehiyê ye. Divê dewlet perwerdehiya cemawerî û zanistiyê bide xwendekaran. Ev karê wê yê esasî ye. Lê pergala heyî 2 rêyan nîşanî malbatên xizan dide. An dê biçin dibistanên pîşeyî û bi keda erzan kar bike, an jî dê biçin dibistanên îmamê û bibin kesên oldar. Lê li dijî vê yekê her der qata têkoşînê ye. Em wekî Egîtîm Sen'ê li dijî hemû êrîşên îktîdarê li ser piyan in. Em dê di pêş de jî ji bo mafê sendîkayê û mafê xwendekaran tekoşîna xwe berdewam bikin."    MA / Berivan Altan