Rojnamegeran ji bo hempîşeyên xwe yên girtî bang kirin 2018-07-14 15:31:55 STENBOL - Endamên Platforma Çapemeniya Azad, ji bo danişîna xebatkarên ETHA Havva Cuştan û Îsminaz Temel ku di 16'ê Tîrmehê de li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin, banga tevlêbûnê kirin.  Yekemîn danişîna doza Nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA) Îsminaz Temel û Havva Cuştan û parêzerên wan Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaş jî di navde 13 jê girtî 23 kesên tên darizandin dê 16'e Tîrmehê de li 27’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. Beriya danişênê Endamên Platforma Çapemeniya Azad û rojnamegerên din bang li hemû kesî kirin ku tev li danişînê bibin. Endamên Platformê û rojnamegeran li Qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Dayikên Şemiyê, Nûnerên ÎHD'ê, Parlamenterên HDP, CHP, Wêjevan Ayşegul Tozeren û gelek rojnameger amade bûn. Di çalakiyêde pankarta "Ji rojnamegerên girtî re azadî" vekirin û bê navber dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" berz kirin.    Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, diyar kir ku bi qasî hemû rojnamegerên li Cîhanê girtî, li Tirkiye rojnameger girtî ne. Tanrikulu, anî ziman ku navê vê hiqûqê otokrasî ye û Tirkiye bi lez diçe otokrasiyê.  Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy jî anî ziman ku dixwazin çapemeniya azad dîl bigirin û wiha got: "Îktîdar ji bo pergala xwe ya dagirkerî û mêtîngeriyê berdewam bike, her dem serî li derew û manipulasyonê didin. Ji bo em karibin li djî derew û manipulasyonê têbikoşin, divê gel karibe agahiyên rast bistîne. Ev mafê gel ê xwezayî ye. Divê em li cem çapemeniya azad cih bigirin."    Wêjevan Ayşegul Tozeren jî anî ziman ku ew bawer dikin ku Havva û Îsminaz bê sûc in û mahsum in. Tozeren, xwest Havva û Îsminaz duşemê bên berdan.    Rojnameger Rabia Guvelî jî daxuyanî da û diyar kir ku ew ji bo hevalên xwe yên rojnamegerên jin li vir in û xwest hevalên wan duşemê bên berdan. Guvenli, bang li hemû kesan kir û xwest tev lidanişînê bibin piştgiriyê bidin hevalên rojnamegerên girtî.    Piştî daxuyaniyê koma rojnamegeran dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" berz kirin.