‘Leyla Guven demildest berdin’ 2018-07-14 15:29:18   MÊRSÎN – Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê xwest Parlamentera HDP’ê ya Colmêrgê Leyla Guven bê berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrsînê bi boneya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê bê berdan li avahiyê partiyê civîna çapepemiyê li dar xist. Endamê Meclîsa HDP’ê Abdulselam Demîrkiran û gelek kes tev li bûn. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Sevgî Aktaş daxuyanî xwend.    Aktaş destnîşan kir ku Leyla Guven bi awayek bêhiqûq girtîne û got: “Dadgeha berdana Guven red kir, vîna gel tune hesibandiye. Ev biryarê wiha bi temamî bi fermana desthilatdariyê pêk tên. Ev jî îspata ku daraza radestî desthilatdariyê bûye. Dewama girtina Leyla Guven di heman demê de xespkirina vîna gel e. Em vê biryarê nas nakin. Bila Leyla Guven demildest bê berdan.”