Xizmên Windayan: Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê kuştin 2018-07-14 14:42:36 AMED – Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ebûbekîr Aras ê di 1994’an de li Cizîrê bi îşkenceya ceryanê hat kuştin pirsîn.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 492’yemîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat û Xizmên Windayan, rêveber û endamên ÎHD’ê tev li bûn. Wêneyên xizmên xwe yên windakirî hildan. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ebûbekîr Aras ê di 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di binçavan de hat windakirin pirsîn.    ‘DIVÊ EDALET DI DEM Û CIH DE PÊK WERE’    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytûn axivî û got: “Li ser vê axê bi hezaran mirov hatin windakirin û hêj kujerên wan nehatine dîtin. Cînayetên pêk hatin di bin fermana hikumetên wê demê de pêk hat. Ji aliyê hêzên paramîlîter û JÎTEM’ê ve hatin kuştin. Hesabê van nehat pirsîn û îro jî ev bê hiqûqî dewam dike. Hesabê kuştinên salên 90’î yek jî jê nehat pirsîn. Pêwîste edalet di dem û cihê xwe de pêk were.”    ‘BI CERYANÊ ÎŞKENCEYÊ LÊ DIKIN’    Piştî Zeytûn, Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Adnan Orhan çîroka windakirina Ebubekîr Aras vegot. Orhan da zanîn ku Aras di 13’ê tîrmeha 1994’an de ji hêzên ewlehiyê bi ser cihê lê dixebite digirin û wî binçav dikin û dibin. Orhan di dewama çîrokê de behsa hûrguliyên windakirina Aras kir û û got: “Ebubekîr Aras bi îşkenceya ceryanê ya 5 kesan lê kiriye hatiye kuştin.” Orhan destnîşan kir ku her çiqas malbat lêgerîn pêk anî û serî li saziyên peywîndar da jî tu encam negirt û hêj agahî ji Aras nehatiye girtin.    Piştî çîrokê çalager ji bo bîranîna windayan û şermezarkirina kujeran 5 deqîqeyan rûniştin.