Rêxistina HDP’ê ya Wanê: Divê Leyla Guven bê berdan 2018-07-14 13:23:27   WAN - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê, xwest parlamentera HDP’ê ya di 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê hat hilbijartin, bê berdan.    Rêxistina Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) a Wanê, daxuyanî da çapemeniyê û xwest Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlamentera HDP’ê ya di 24’ê Hezîranê de li Colemêrgê hat hilbijartin, bê berdan. Civîna çapemeniyê li avahiya HDP’ê  ya Bajar pêk hat. Parlamenterên HDP’ê Bedîa Ozgokçe  Ertan, Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn.  Ozgokçe di civînê de axivî û wiha got: “Di 24’ê Hezîranê de, ligel tifaqan, hemû şert û mercên xerab me benda hilbijartinê rûxand û bi 67 parlamenteran em ketin Meclîsê.”   ‘LEYLA GUVEN VÎNA GELÊ COLEMÊRGÊ YE’   Ozgokçe, diyar kir ku di  şertên ne wekhev de ketin hilbijartinê û wiha bilêv kir: “Hemû partiyên siyasî yên di Meclîsê de cih digirin, bi vîna gel ketin parlamentoyê. Birêz Leyla Guven jî vîna gelê Colemêrgê ye. Guven ji ber hin axaftinên kirin, bi lez û  bez kirin girtîgehê. Derbarê Guven de dosyeyek bê maf heye. Guven di 24’ê Hezîranê de bû parlamenter û mafê destnedayî qezenc kir. Dadgehê bi yek dengî biryara berdanê ji bo Guven da. Lê dozgerekê mûdaxileyî vê bîryarê kir û biryara girtina Guven da. Di vir de zextek mezin û fermandayîn heye. AKP li ser darazê zextan dike. Ev zext û êrîşên hikûmeta AKP’ê yên li dijî şexsê Leyla Guven, di heman demê de li dijî vîan jinan û vîna gelê Colamêrgê ye. Ev vê biryarê nas nakin û emê têkoşîna li xwe ya li dijî vê biryarê berdewam bikin.”    'PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK VEKIN'   Ozgokçe, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Êdî destên xwe ji ser vîna gelê Colemêrgê rakin. Meclîsê bi awayekê kêm dest bi peywira xwe kiriye. Niha hemû parlamenter, hikûmet û Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim peywira xwe berdewam dikin. Hûn bêmafiyê li gelên Tirkiyeyê dikin. Êdî dest ji vê bêmafiyê berdin. Em dixwazin demildest Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Lazime pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.”