Polisan li Stenbolê 8 kes binçavkirin 2018-07-14 13:11:19   STENBOL – Polîs li Stenbolê bi ser malan de girt. Polîsan di serdagirtina malan de Namzetên HDP’ê yê Zonguldagê Evliya Gudan jî di nav de herî kêm 8 kes binçav kirin.    Polîs li Stenbolê bi şev bi ser malan de girt û herî kêm 8 kes binçav kir. Sedema serdagirtina malan a bi şev pêk hat nehat hînbûn. Kesên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin birin Miduryeta Polîsan a Vatan Cadesiyê. Li gor hin agahiyan jî hejmara kesên hatine binçavkirin zêdetir e. Navê kesên ku hatin binçavkirin jî ev in: "Endamê Wekîlê HDP’yê yê  Zonguldagê Evliya Gudan, Servet Tekin, Vedat Tekin, Murat Tekin, Hanım Guzel, Mîraç Yalçin, Volkan Avkan û Azad Kaplan."