BTK'ê xwest li JINNEWS’ê doz bê vekirin 2018-07-14 10:54:05   AMED - Saziya Teknolojiyên Agahiyê 8 caran sîteya ajansa JINNEWS asteng kir û nûçeyên  hatine weşandin wekî hincet nîşan da û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serîlêdana sûc kir. Dozgeriyê serlêdana sûc wergerand dozê.   Ajansa JINNEWS bi dirûşma "Bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de" di 25'ê Îlona 2017'an dest bi weşanê kir. Ajans ji roja dest bi weşanê kir heta niha ji aliyê Saziya Teknolojiyên Agahiyê ve 8 caran hat astengkirin. Saziya Teknolojiyên Agahiyê nûçeyên ajansê wekî "Propagandaya rêxistinê" pênase kir û li Serdozgeriya Komarê ya Amedê serlêdana sûc kir. Dozgeriyê serlêdana sûc wergerand dozê. Piştî serlêdana sûc derbarê Midura Nûçeyan Safiye Alagaş de lêpirsîn hat destpêkirin.    'ARMANCA ME JIYANA ZAROK Û JINAN E'    Safiye Alagaş di çarçoveya lêpirsînê de çû Miduriyeta Polîsan a Amedê û îfade da. Alagaş anî ziman ku ew bêtir derbarê jin û zarokan de nûçeyan diweşînin û got: "Hemû kesên ku em nûçeyên wan çê dikin û nêrînan ji wan digirin jin in. Bi taybet em balê dikişînin ser jiyana jinên ku mexduriyetê dijîn. Em çîrok û serkeftina jinan dikin nûçe. Armanca me ew e ku em di vir de balê bikişîn ser jiyana zarok û jinan a ku tê tengkirin. Di êrîşên li ser Efrînê de jin û zarok hatin mexdûrkirin. Armanca me ew bû ku em balê bikişînin ser zarok û jinan."   HER TIŞT WEK SÛC HATIYE QEBÛLKIRIN   Dozgeriyê derbarê Safiye Alagaş de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" îdianame amade kir. Danişîna îdianameya ku ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin dê di 11'ê kanûnê de bê dîtin.    Hemû tiştên derbarê nûçeyan de sûc hat qebûlkirin   Dozgeriyê di îdianameyê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên endamên YPJ'ê yên ku jiyana xwe ji dest dane, nûçeyên derbarê Efrînê de û hinek nivîsên ku di beşa "Pênûsa Jinê" de hatiye parvekirin wekî sûc qebûl kir.