Parêzerê Soma Atalay: Em ê serî li dadgeha Îstînafê bidin 2018-07-14 09:34:23   ÎZMÎR - Parêzerê Doza Soma ya têkildarî qetilkirina 301 karkerên madenê hatibû vekirin Can Atalay, diyar kir ku ew ê serê li dadgeha îstînafê bidin û got: “Ji vir û şûnde em ê têkoşînek polîtîk bi rêve bibin.”   Li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de 301 karker di karesata madene de jiyana xwe ji dest dabûn. Doz hatibû vekirin û 5 jê girtî 51 kes hatin darizandin. Di danişîna biryarê de ji bo xwediyê madenê Can Gurkan 15 sal cezayê girtîgehê hat birîn û xwediyê şirketê yê berê bavê wî Alp Gurkan jî beraet kir. Cezayek wisan kêm ku ji bo bersûcan hat dayîn, rastî nerazîbûn û bertekên malbat, parêzer û raya giştî hat.  Ji parêzerên Komeleya Mafên Civakî (SHD) Can Atalay, diyar kir ku ew ê serê li dadgeha îstînafê bidin û wiha axivî: “Ji bo berpirsiyarên komkujiyê cezayên herî girînga bigirin em ê serê li hemû rêyên hiqûqû bidin. Ji vir û şûn de emê têkoşîna xwe ya polîtîk bi rêve bibin. Di doza Soma de bepirsên siyasî qet tunebûn. Ji xwe dosya kêm û saqet bû. Ligel biryara şuraya dewletê jî, rayedarên çemawerî beşdarî dozê nebûn.”    ‘EV BIRYAR NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Atalay, da zanîn ku komkujî li ber çavan pêk hatiye û wiha got: “Lê ligel vê yekê jî tedbîr nehatine girtin. Berî komkujiya Soma pêk were, Alp Gurkan peywira xwe dewrî Can Gurkan kiriye. Alp Gurkan piştî bûyerê hemû berpirsiyariyan digre ser xwe û Can Gurkan jî hemû sextekariyan piştrast dike. Bi biryara dadgehê sextekariya Can Gurkan sabît bû. Hewl didin berpirsiyariya cezayî dewrî Ramazan Dogru bikin. Ji xwe pir eşkereye ku îmze jî sextene. Ji ber vê yekê li ber çavan komkujî pêk hatiye. Biryara hat dayîn şaş û nayê qebûl kirin. Di warê hiqûqî de çi ji destê me bê em ê bikin. Êdî ev berpirsiyarek polîtîke. Daxwaznameya me amade ye. Em ê Dûşemê yan jî roja Sêşembê pêşkêşî dadgeha Îstînafê bikin.”