Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir 2018-07-14 09:12:17   DÎLOK – Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir. Bi sedan sal berê rêxistinên pîşeyî ji bo lihevkirin û perwerdekirina esnafan 'sahreya esnafan hat destpêkirin û ev yek niha jî didome û ji aliyê esnafan ve weke betlaneya şexsî tê nirxandin.    Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir. Bi sedan sal berê sahre ji aliyê yekîneyên pîşeyî bi mebesta lidarxistina hin çalakiyên şahiyî, ji bo xurtkirina yekîtiyê, ji bo betlaneya xebatakran û perwerdehiya pîşeyî sahre hat sepandin. Lê belê her ku çû ev yek veguherî betlaneya fermî ya esnafan. Esnafên li bajêr di dîrokên cuda de dikanên xwe de digirin û betlaneyê îlan dikin.    SAHREYA ESNAFAN ÊDÎ BÛYE BETLANEYA FERMΠ   Berê rêxistinên pîşeyî di dema sahreya esnafan de şahiyên cur bi cûr û çalakiyên perwerdehiyê li dar dixistin. Ev yek ji bo esnaf li hev bikin û ji bo xurtkirina yekîtiya wan dihat kirin. Lê belê niha sahreya esnafan veguheriye "betlaneya fermî". Ji dêvla ku di dema sahreyê de esnaf bên gel hev, herkes weke betlaneyeke şexsî dinirxîne û ji wê xwemaliya xwe ya berê dûr ketiye. Lê belê her çend dûr ketibe jî bi awayekî didome.    KÎ DIKANA XWE VEKE CEZA LÊ TÊ BIRÎN    Li gor komên pîşeyî sahre dest pê dike. Her kom dîrokekê ji xwe re diyar dike û dest bi sahreyê dike. Dema sahreya esnafan di navbera 1-3 rojan de diguhere. Di nav komên esnafan de kî li gorî pîvanê tev negere û dikana xwe veke, li gorî edeta sahreyê ceza lê tê birîn.    Li Kooperatîfa Sîteya Sanayiya Biçûk (KUSGET) îsal 11 komên pîşeyî ji bo 3 rojan sahre dan destpêkirin û komên din jî li benda rojên xwe ne.