ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-24 09:00:19 * Bi hilweşandina rejîma Esad re, Sûriye ketiye serdemeke nû ya alozî û nediyariyê. Pêvajoya demkî ya di bin serokatiya Colanî de ewlehiya gelan û hevsengiyên civakî dixe metirsiyê, di heman demê de pêngavên hêzên herêmî û hegemonîk ên di qada şer de di nava sala dawî de nediyariyê kûrtir dikin. (PANORAMA) * Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê, ji bo mitînga ku dê di 4’ê Çilde de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê lidarxistin bang kir û got: “Divê azadiya fîzîkî ya rêzdar Abdullah Ocalan bê mîsogerkirin û mafê hêviyê bê sepandin.”   *Rewşa rojnameger Huseyîn Aykol dê were şopandin.   * Çalakiya nobetê ya mexdûrên erdhejê li dijî Paketa Darazê ya 11'an li Parka Cemal Sureya ya Enqereyê daye destpêkirin didome.   * MEBYA-DER dê têkildarî mitînga "Hêvî û azadiyê" li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin. (11.00)   * Komîsyona ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin dê bi rojevên cuda bicive. (11.00)