Dozger bersiva nameya AGÎT'ê da: Nivîsandina 'berxwedan'ê sûc e 2018-07-14 09:11:40   STENBOL -  Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bersiv daye nameya AGÎT'ê ku derbarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de şandibû. AGÎT'ê xwestiye tawanbarî ji holê bên rakirin, lê belê dozgeriyê jî peyva Kurdistanê wekî "hedefa parekirina etnîk a sereke ya rêxistina terorî" nîşan da.    Di 28'ê Adarê de qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Matbaaya Gunê hatibû kirin û piştî tayînkirina qeyûm 14 xebatkarêên wê hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 6 jê hatin girtin. Her wiha 24 xebatkarên Matbaaya Gunê jî hatibûn binçavkirin û ji van kesan 22 kes jê hatin girtin.    Piştî tayînkirina qeyûm bi KHK'yan ku end roj berê hat weşandin de Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat girtin.    Piştî ku qeyûm tayînî rojname û matbaayê hat kirin du roj şûnde Nûnerê Azadiya Çapemeniyê ya Teşkîlata Ewlehî û Tevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) Harlem Dêsîr nameyek ji Wezareta Dadê re şandibû. Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di 9'ê Nîsanê de bersiva nameyê daye.    AGÎT nameya xwe di 30'yê Adarê de şand û di nameyê de hat diyarkirin ku avtina ser rojnameyê û tayînkirina qeyûm cihê endîşeyan e. Dîsa di nameyê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûm di asasê xwe de êrîşeke cidî ya li ser serbixwebûna rojnameyê ye û di warê pridengiya çapemeniya tirk de tê wateya paşveçûyînê. AGÎT di nameyê de got, divê rojnameger ji ber fealiyetên xwe yên pîşeyî bi "terorê" neyên tawanbarkirin.    ‘RÊZÊ NÎŞANÎ SERBIXWEBÛNA ROJNAMEYÊ BIDIN'    Di nameyê de hat xwestin ku divê 6 rojnameger û 22 xebatkarên matbaayê yên hatine girtin bên berdan, tawanbarî ji holê bên rakirin û ji bo serbixwebûna rojnameyê rêz bê nîşandan.    PEYVA KURDISTANÊ WEKÎ 'PARÇEKERIYÊ' HAT HESIBANDIN    Hat diyarkirin ku Wezareta Dadê name ji Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê re şandiye. Lê belê derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jî di 9'ê Nîsanê de bersiva nameya AGÎT'ê daye. Di bersivê de hatiye diyarkirin ku rojname li hemberî êrîşên TSK'ê yên li ser Efrînê bîrbiriyeke neyînî çêkiriye, êrîşên YPG û YPJ'ê parastine û di nûçeyan de vê yekê wekî "berxwedan" hatiye nîşandan ku ev yek sûc e. Her wiha di nameyê de ji bo peyva "Kurdistanê" ku di nûçeyan de cih girtiye jî wekî "hedefa parekirina etnîk a sereke ya rêxistina terorî" hatiye gotin.    MA / Yasin Kobulan