HSD, wê entegreyî kê bibe! 2025-12-23 09:33:32 NAVENDA NÛÇEYAN- Her çend Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di bin navê entegrasyonê de gef li HSD'ê dixwe û zextê li wan dike ku teslîmî HTŞ'ê bibin jî, li qadê artêşek tune ye ku HSD karibe pê re entegre bibe. Piştî îlankirina deklerasyona Aştî û Civaka Demokratîk ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, yek ji aliyên sereke yên nîqaşên piştre entegrasyona demokratîk bû. Her çend zîhniyeta statukoyî entegrasyonê wekî teslîmgirtinê û asîmîlasyonê dibîne jî, tevgera Kurd yekîtiya bê şert û merc a nasnameyan û demokratîkkirina dewletên statukoyî wekî bernameya xwe pêşkêş kir. Di vê çarçoveyê de, entegrasyona demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, digel têgehên hemwelatîbûna azad, aştî, civaka demokratîk û qanûnên azadiyê, bûn mijarên sereke û her wiha entegrasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tevgera Kurd xweseriya demokratîk lê ava kiriye, bi Sûriyeyê re.    PEYMANA 10'Ê ADARÊ   Peymana ku di 10'ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Serokê demkî Ahmed El Şera hat îmzekirin, pêşketina herî zêde nîqaş lê hat kirin bû. Werin em bendên di peymanê de bi bîr bînin:   * Mafê hemû Sûrîyeyiyan ku di pêvajoya siyasî de werin temsîlkirin û beşdarî saziyên dewletê bibin, dê li ser bingeha lîyakatê, bêyî ku eslê wan ê olî an etnîkî çi be, were garantîkirin.   * Civaka Kurd dê wekî beşeke yekgirtî ya dewleta Sûriyeyê were naskirin û mafên wan ên welatîbûn û destûra bingehîn dê werin garantîkirin.   * Agirbest dê li seranserê axa Sûriyeyê pêk were.    * Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di bin rêveberiya dewleta Sûriyeyê de werin yekkirin; deriyên sînor, balafirgeh û qadên petrol û gazê dê di bin kontrola dewletê de bin.   * Vegera hemû penaberên Sûriyeyê ji bo bajar û gundên wan dê were garantîkirin û parastina wan dê ji hêla dewleta Sûriyeyê ve were peydakirin.   * Dewleta Sûriyeyê dê di şerê xwe yê li dijî bermahiyên rejîma Esed û hêmanên ku ewlehî û yekîtîya welêt tehdît dikin de were piştgirîkirin.   * Bangên ji bo parçebûnê, gotinên nefretê û înîsiyatîfên ku berberîbûna civakî gur dikin dê werin red kirin.   * Komîteyên bicîhanînê dê bixebitin da ku bicîhanîna tevahî ya peymanê heta dawiya salê misoger bikin.   Her çend di peymanê de ev xal hebin jî, tenê mijara ku hat behskirin entegrekirina HSD'ê bi Artêşa Sûriyeyê re bû. Her çend hebûna Tirkiyeyê li Efrîn, Ezaz, Cerablus, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê, nekarîna vegerê û nebicîhanîna agirbestê li deverên Durzî, Elewî û yên di bin kontrola HSD'ê de nehatine çareserkirin jî, entegrekirina HSD'ê wekî celebeke teslîmbûna bi darê zorê ji hêzên Kurd re hat pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê de, hilweşandina HSD'ê û entegrekirina wê ya takekesî bi artêşê re bû xaleke berbiçav.   HTŞ Û COLANÎ   Teslîmkirina HSD'ê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat ferzkirin ku bê şert û merc li ser hebûna wê li Sûriyeyê israr kir. Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ew e ku hebûna wê li Îdlibê di bin navê "terorîzmê" de ye ku ji aliyê hevpeymaniya komên selefî yên paramîlîter ve hatiye avakirin û ji aliyê Eniya El Nusra ya girêdayî El Qaîdeyê ve pêk hatiye. Serokê wê Muhammed Colanî ye ku bi navê Ahmed El Şara jî tê nasîn. Ev, soza dilsoziya xwe daye El Qaîdeyê, bi DAIŞ'ê re hevkariyê kiriye û niha Serokê Sûriyeyê ye.   Şara ku HTŞ'ê wî piştî ku Rûsya daxilî şerê Ukraynayê bû, Hîzbullah li Lubnanê hat paqijkirin û Îran bi êrişan hat bêbandorkirin û Esad hat xistin, ji aliyekî ve hewl dide ku planên Îsraîlê yên hêzên hegemonîk bicîh bîne û xwestekên Tirkiyeyê ku bi salan e li Îdlibê piştgirî daye wî, pêk bîne.   ARTÊŞA SÛRIYEYÊ   Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine wergirtin, di nav HTŞ'ê de, bi taybetî li dijî Şara ku li gorî berjewendiyên Îsraîlê bi DYA re hevkariyê dike, dijberiyeke girîng heye. Ev hêzên HTŞ ku Şara bi xiyanetê tawanbar dikin û xwe wekî artêşa Sûriyeyê pênase dikin, bi komkujiya li ser Durzî û Elewiyan û êrişên li ser hêzên HSD'ê li dora Dêr Hafîr û Dêr Ez-Zorê xwezaya xwe ya bêkontrol nîşan dane. Ev rastiyek e ku her du alî jî dizanin ku entegrasyon di vê artêşê de ku hem ji hêla hejmar û hem jî ji hêla kalîteyê ve ji HSD'ê pir qelstir e, ne mumkin e. Wekî din, hebûna nêzîkî 2 hezar û 500 endamên DAIŞ'ê yên ku di operasyonên Reqa û Bahozê yên HSD'ê de ji bo dûrketina ji mirinê reviyan Îdlibê, dilemeyeke din derdixe holê. Ev tê vê wateyê ku her çend DAIŞ ji nû ve xwe rêxistin dike û mezin dibe jî, çareseriyeke li ser axa Sûriyeyê hîn jî dijwar e.   TIRKIYE ÇI DIXWAZE?   Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ku ji van hemû rastiyên li qadê haydar e, gefê li HSD'ê dixwe û di bin navê entegrasyona takekesî de teslîmbûnê ferz dike. Lêbelê, her çend Tirkiye behsa entegrasyona takekesî ya HSD'ê dike ku hejmara wê li gorî texmînan 100 hezar e, lê wê formasyonên xwe yên leşkerî - Lîwaya Sultan Murat, Lîwaya Sultan Suleyman Şah û Lîwaya Hamza - tevlî Artêşa Sûriyeyê kirine. Ev formasyonên leşkerî ku fermandar û cihên wan neguherîne, vê dawiyê li lîsteya dorpêçên Îngilistanê hatin zêdekirin. Armanca vê tevlîkirinê ji bo xurtkirina HTŞ'ê ye.   ŞARA ÇI DIXWAZE?   Ji ber van hemû sedeman, pirsa kî divê bi kê re û çawa entegre bibe, her çend danûstandin berdewam dikin jî, di tariyê de dimîne. Her çend aliyê HSD'ê dibêje ku ew entegresyona demokratîk qebûl dike û ji bo pêkanîna wê dixebite jî, rastiyek e ku Şara nikare astengiyên Tirkiyeyê derbas bike. Ji ber ku ji hêza xwe û otorîteya serokên xwe haydar e, tê gotin ku nêzîkatiya Şara ya entegresyonê pêvajoyeke gav bi gav e. Bi bidawîbûna peymana 10'ê Adarê re, tê gotin ku reçeteya Şara ew e ku pêvajoyê dirêj bike û herî kêm pozîsyona xwe li hember HSD'ê xurt bike.   MA / Erdogan Altan