Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e! 2025-12-21 09:17:01 COLEMÊRG - Çelê ya ku bi 38 jîngehên xwe yên qedexekirî bûye navenda polîtîkayên ewlehiyê, jiyana sivîl lê bi awayekî fiîlî ji holê hatiye rakirin.   Navçeya Çelê ya Colemêrgê, îro bi 38 herêmên xwe yên jîngehên qedexekirî, di navenda polîtîkayên ewlehiyê de cih digire. Navçeya ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye, bi sepanên “herêma ewlehiyê ya taybet” jiyana sivîl lê hatiye nemaye. Çelê di dîrokê de bi rêyên bazirganiyê, çanda zozanan û bi tevna xwe ya civakî ya pirreng tê naskirin. Erdnîgariya wê ya çiyayî bi sedsalan teşe daye jiyana gelê herêmê û gundên wê bûne navenda çandinî, sewalkarî û têkiliyên bazirganiya sînor. Lêbelê îro Çelê ne bi vê dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî, lê bi 38 herêmên xwe yên qedexekirî tê bibîranîn.   Bi hinceta ku li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ye, qada gundewarî ya navçeyê bi piranî di statuya qada leşkerî de ye. Gundên ku di salên 1990’î de hatin valakirin û şewitandin, veguherîn herêmên leşkerî. Nuqteyên navçeyê yên ku têketina wan serbest e jî, ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve her 15 rojan carekê wekî "qedexe" têne ragihandin û têketinê wan têne qedexekirin.   Gundên; Serêspî, Siyavik, Gûzereş, Aşûtê, Gêman, Minyaniş, Zawîte, Biyadir û Deştan şênî lê dijîn; lê gundên Erbîş, Canmeda, Helalî, Bêtrut, Erîş, Şiliko, Şîvrezan, Jiyaniş, Seranî, Talisan, Marûfan, Ertûş, Hilçaş, Bilêcan, Şivişk, Serêsêvê, Bê, Şûkê û Gorbeyê qedexe ne. Herwiha mezrayên; Bite, Barzan, Pîrî, Xanêsêgund, Kurbe, Hirkaş, Şiluku, Zal, Bircêlan, Qesirk, Mirkaniş, Geluk, Kanîketkî, Sivsîdan, Qesran, Beravî, Bêlatajorî, Biyêreş û Zerî jî qedexe ne.   JI ERDNÎGARIYA ÇANDÎ BER BI HERÊMA LEŞKERÎ VE     Gundên girêdayî Çelê ne tenê cihên niştecihbûnê ne; di heman demê de ew cihên ku bîra dîrokî û berdewamiya çandî ya herêmê ne. Zozan, mêrg û zeviyên çandiniyê, bi nifşan ve bûne bingeha jiyana kolektîf. Îro ev qad bi temamî di çarçoveya “herêma ewlehiyê ya taybet” de li sivîlan girtî ne. Qedexeyên ku bi navê “demkî” hatin ragihandin, di nav salan de veguherîn qedexeyên mayînde.   NAVÇE NAVENDA POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ YÊN TAYBET E     Navçeya ku bi qereqol, herêmên baregehê û nuqteyên kontrolê hatiye dorpêçkirin, ne tenê li gundewaran, li navendê jî bi spanên ewlehiyê yên bilind hatiye dorpêçkirin. Ev rewş bandoreke rasterast li ser rewşa civakî, aborî ya navçeyê dike. Qedexebûna gundan çandinî û sewalkariyê ji holê radike û beşeke mezin a nifûsê neçarî koçberiyê dike. Nifûsa ciwan ji navçeyê çûn û gund bi demê re bêmirov man. Bi vî rengî qedexe, ji tevdîreke ewlehiyê bêtir, veguherî amûreke ku tevna civakî ya herêmê diguherîne.   JIYANA KU HATIYE RAWESTANDIN    Stratejiyên leşkerî yên li ser xeta sînor, navçeyê bi awayekî fiîlî veguherandiye “herêma leşkerî” û hewcedariyên jiyana sivîl hatine paşguhkirin. Qedexebûna 38 herêmên niştecihbûnê nîşaneya herî aşkera ya vê yekê ye.   QEDEXE Û NIFÛSA LEŞKERΠ   Valakirina gundan a ku di salên 1990’î de dest pê kiribû, di vê demê de zêdetir bû. Gelek gundên ku cerdevanî qebûl nekirin, hatin valakirin û li van gundan jiyana sivîl bi dawî bû. Di navbera salên 2000 û 2010’an de baregehên leşkerî li navçeyê mayînde bûn. Li her girê navçeyê qereqol hatin avakirin, hejmara baregehan zêde bûn û rê li ber vegera gundan hat girtin. Di salên 2011 û 2014’an de sepanên "herêma ewlehiyê ya taybet" hatin berfirehkirin. Nifûsa leşkerî ya li navçeyê hat zêdekirin û gelê herêmê hat koçberkirin. Di sala 2015’an de jî qedexe li navçeyê bûn sîstematîk.   MA / Zeynep Durgut