ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN 2025-12-21 09:00:17   * Di modela Skandînavyayê de, şaredarî û serxwebûna darayî xurt e. Wekheviya civakî, nenavendîbûn û beşdariya demokratîk taybetmendiyên bingehîn in. (DOSYA)   * Çelê ya ku bi 38 jîngehên xwe yên qedexekirî bûye navenda polîtîkayên ewlehiyê, jiyana sivîl lê bi awayekî fîîlî ji holê hatiye rakirin.   * Di Dikana Hevgirtinê ya Kezî ya ku ji aliyê Şaredariya Cizîrê ve hat vekirin de, pere derbas nabe. Nûran Kaplan a ku ji kedkarên dikanê ye diyar kir ku armanca dikanê bi bîrxistina civaka komun a ku di cewherê mirovahiyê de ye û got: "Werin em vê tora hevgirtinê bi hev re bihûnîn."   * Şaxa Egîtîm Senê yê Wanê, ji bo bîranîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş a ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û ji bo hemû jinên hatine qetilkirin, dê pêşbirka "Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê" li dar bixe.   * Rewşa tenduristiyê ya rojnameger Huseyîn Aykol were şopandin.   * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di civîna dawî ya hevdîtinên budçeyê yên Meclisê de biaxivin. (12.00)   * Malbatên xizmên xwe di erdhejên 6'ê Sibatê de winda kirin, dê li dijî Paketa Darazê ya 11'an li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê çalakiyê bidin destpêkirin. (12.00)     * Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê dê li dijî qirkirina ekolojiyê li quntarê Çiyayê Cûdî 50 hezar darên berûyê dayne.  (13.00-17.00)   * ANYAKAYDER, dê li eywaneke dawetan a li Okmeydaniyê kongeraya xwe ya asayî li dar bixe. (13.00)