YPJ dê rizgarkirina Reqayê li Qada El Neîm ragihîne 2017-10-18 14:43:57 REQA – YPJ dê sibê li Qada El Neîm a ku wek meydana mirinê ya DAIŞ’ê dihat nasîn serkeftina xwe ragîhîne. Dê roja înê jî bi daxuyanekê bajarê Reqa dewrî Meclîsa Sivîl a Reqayê bê kirin.  Li bajarê Reqayê ku ji aliyê QSD’ê ve ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin ji teqemeniyên DAIŞ’ê û kavilên şer tê paqijkirin.    PÎROZBAHIYÊN SERKEFTINÊ    Duh piştî rizgarkirina Reqayê li bajêr şervanên QSD’ê turên serkeftinê pêk anîn û îro jî şervan herikîn Meydana El Neîm. Şervanan li Meydanê paqijî kir û alên YPG, YPJ û QSD’ê daliqandin. Ji fermandarên operasyon didan meşandin Rojda Felat û Clara Reqa jî hatin Meydanê. Li bajêr pîrozbahiya serkeftinê serdest e û şervan li hin deveran bi konvoyan pîrozbahiyê didomînin. Şervanan li Reqayê agirê serkeftinê pêxist û ji duh êvarê ve di nav coşa pîrozbahiyan de ne. Fermandar li nokteyên şervanan digerin û azadkirina Reqayê bi hev re pîroz dikin.    YPJ DÊ RIZGARKIRINÊ RAGIHÎNE    Meydana El Neîm a ku DAIŞ’ê wek “Meydana Mirinê” binav dikir. DAIŞ’ê dema bajêr dagir kiribû ji Musilê gelek tank û maşîneyên zirxî ku anîbûn û bi van maşîneyan li meydanê pêşandan dikirin.  Ev Meydan wek meydana cihê tarîtiyê, zilmê, komkujî  û înfazên bi komî bikaranî. Niha jî ew şopên qirêj ên rojên tarî tên paqijkirin. Meydan bi rengan hat xemilandin û dê sibê li vê Meydanê bi pêşengiya YPJ’ê rizgarkirina Reqayê ji cîhanê re ragihîne.    Roja înê jî dê daxuyaniyek giştî bê dayîn û pişt re bajêr dewrî Meclîsa Sivîl a Reqayê bê kirin.