Misûl di 8.5 mehan de Reqqa di 4 mehan de rizgar bû 2017-10-18 14:28:14 ENQERE – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarê Reqqa ya ku DAIŞ’ê kiribû paytextê xwe di 4 mehan de rizgar kir. Lê bajarê  Mûsila ku artêşa Iraqê, Peşmerge, Heşdî Şabî, Haşdî Vatani, Nakşibendî bi hevre meşandin di 8.5 mehan de ji DAIŞ’ê rizgar kirin. QSD’ê bi kuştina herî kêm a sivîlan Reqqa azad kir û hemû cîhanê eleqeyek mezin nîşan da.  Bajarê Reqqa ku DAIŞ'ê di 15'ê Çileya 2014'an de dagir kir û wekî paytextê "Dewleta Îslam" bi nav kir, duh (17'ê Cotmehê) ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hat azadkirin. Her çend DAIŞ'ê  pargalek mezin a parastinê li Reqqa ava kir jî di 6'ê Hezîrana 2017'an de QSD'ê di pêşengiya YPJ û YPG'ê de li dijî Reqqa dest bi operasyona azadkirinê kir.  Wekî hatibû plankirin operasyon di 4 meh û 11 rojan de bi dawî bû.    MÛSIL 8.5 MEHAN JI DAIŞ'Ê RIZGAR BÛ   Ligel ku Reqqa paytextê DAIŞ'ê bû jî di 4 mehan de hat rizgarkirin, lê Mûsil bi zor di 8.5 mehan de ji DAIŞ'ê rizgar bû. Tevî Artêşa Iraqê, gelek artêşên din jî hevkariya operasyona Mûsilê kirin.    Musul: Di sala 2015'an de hat diyarkirin ku nifûsa wê 664 hezar û 221 kes in. Mûsil piştî Bexdê bajarê Iraqê yê herî mezin bû. Mûsil cebilxaneya herî mezin a Artaşa Iraqê diparast (Ji sedî 40). Li gel vê yekê DAIŞ’ê di Hezîrana 2014'an de Musil bi hezar û 500 kesan dagir kir. Hemû çekên wê desteser kir. DAIŞ'ê piştî Mûsıl desteser kir hemû çekên giran ên ji tang û topan pêk tê kişandin Kobanê û li dijî gelê Kobanê şer kir. Piştre çekên mayî jî birin Reqqa. DAIŞ’e piştî Mûsil dagir kir, hemû cebilxane û çekên giran di şerê li dijî Kurdan de xerç kir. Tang û top li Kobane û Reqqa xistin meriyetê.    ARTÊŞA IRAQÊ BI HEVKARIYA DYA ŞER KIR   Artêşa Iraqê bi hevkariya DYA'yê ya çekan li dıjî DAIŞ'ê li Mûsilê dest bi operasyonê kir. Di 17'ê Cotmeha 2016'an de li Mûsilê li dijî DAIŞ'ê dest bi operasyonêkirin. Herî kêm bi 50 hezar leşkerên Iraqê operasyon meşandin. Ji bilî Arteşa Iraqê herî kêm 15 komên cuda yên çekdarî tev li operasyonê bûn. Artêşa Heşdî Şabî ya ji 43 eşîrên Şiîşan pêk dihat çalak di operasyonê de cih girtin. Artêşa Heşdî Şabî ku ji 300 hezar mîlîtanên pêk tê piraniya mîlîtanên Heşdî Şabî di şerê Mûsilê de cih girt. Dîsa yekîneyên Haşdî Vatanî yên li Başika ji aliyê Artêşa Tirkiye ve hatin perwerdekirin jî di operasyonê de cihê xwe girtin. Dîsa 18 hezar Peşmerge jî tev li vê operasyonê bûn. Artêşa Nakşibendî jî piştre di operasoynê de cih girt. Koalîsyona  li dijî DAIŞ'ê ku di pêşengiya DYA'ê de hatiye avakirin piştgiriyek mezin da operasyonê. Li gel artêşek wisa mezin operasyon piştî 8.5 mehan bi dawî bû.    DAIŞÊ HÊZA XWE DI KOBANÊ Û REQQA DE WINDA KIR   Rakka: Li gorî daneyên 2012'an nifûsa wê 220 hezar ke bûn. Di nava Bajarê Mûsil û Şamê de pira bazirganiyê bû. DAIŞ'ê Reqqa ji bo xwe wekî paytext îlan kir. DAIŞ'ê çekên giran ên ji Artêşa Iraqê ya li Mûsil û Arteşa Sûriye bi dest xistin li dijî QSD'ê şer kir. DAIŞ'ê gelek kemerên parastinê ava kirin. Lê li gel vê yekê 4 mehan di bir xwe neda    DAIŞ 4 MEHAN LI KOBANE Û 4 MEHAN DI REQQA TÊK ÇÛ     QSD'ê di 6'ê Hezîrana 2017'an de li Reqqa li dijî DAIŞ'ê det bi operasyonê kir. Bi hêza 30 hezar şervanan operasyon dan destpêkirin. Tevî ku DAIŞ’e hemû hêza xwe da şer jî DAIŞ'ê li Reqqa li hemberî QSD'ê tenê 4 meh û 11 rojan di ber xwe da. Mûsil bi tevlêbûna gelek artêşan rizgar bû. lê Reqqa tenê ji aliyê QSD'ê ve rizgar bû. Şervanên YPJ û YPG'ê jî 4 mehan li dijî DAIŞ'ê şer kir û Kobanê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin. DAIŞ di 26'ê Çileya 2015'an de têk çû.    QSD'ê bi têkbirina DAIŞ'ê nîşani hemû cihanê da ku DAIŞ'a ji hemû cîhanê re bûbû tirsa herî mezin nikare li hemberî wê di ber xwe bide Di 17'ê Cotmeha 2016'an de li Mûsilê operasyona rizgarkirinê dest pê kir. Di 17'ê Cotmeha 2017'ê de jî Reqqa azad bû.