Baroya Amedê: Rastî we bêdeng dike gelo? 2018-07-13 15:44:11   AMED – Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn diyar kir ku ji bo kuştina Tahîr Elçî ronî bibe her banga wan a ji bo rayedaran bêbersiv maye û got: “Rastiya hûn dizanin we bêdeng dike gelo?”   Baroya Amedê bi boneya kujerên Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin bên dîtin û dosyeya lêpirsînê bi û lez û bandor bê birêvebirin di hefteya 133’yemîn de li Edliya Amedê çalakiya xwe dewam kir. Gelek parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan.    Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn daxuyanî da.    'HEWLDAN BÊBERSIV DIMÎNIN’    Buluttekîn bibîr xist ku di ser cînayeta Elçî de 2 sal û nîv zêdetir dem derbas bû û got: “Li gel ewqas demek dirêj derbas bû jî vê cînayeta ku civakê bi xedarî xemgîn kir, hêj nehatiye ronîkirin û dosye bi awayek bandor nehatiye birêvebirin. Ji bo ronîkirina cînayetê hemû hewldan û daxuyaniyên Baroya Amedê ji aliyê rayedaran ve bêbersiv hatin hiştin. Bêdengiya rayedaran a li hember lêgerîna me rê li ber xetereyê vedike. Em jî wek lêgerên edaletê vê bêdengiyê qebûl nakin û em ê nekin. Bi taybetî jî bêdengiya rayedarên dewletê! Çima ev bêdengî?  Rastiya hûn dizanin we bêdeng dike gelo? Elbet ev bêdengiya we me û civakê bi fikar dike.”    'ELÇÎ JI BO ME MÎNAK E’    Buluttekîn şîret li Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku dosyeya cînayeta Elçî birêve dibe kir û got: “Hûn jî Tahîr Elçî ji xwe re bikin mînak. Hûn jî wek wî netirsin û bi wêrekî di riya edalet û maf de bimeşin. Hempîşeye we Tahîr Elçî bi rastî ji bi nasnametiya xwe ya parastina maf û hiqûq de ij bo me mînakek baş e.” Buluttekîn got ew ê heta ji bo kuştina Elçî edalet pêk were dê dev ji helwesta xwe bernedin û dê qet bêdeng nebin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.