Rojnamegerek ceza kirin û rojnamegerek beraet kirin 2018-07-13 13:45:02   AMED - Danişina doza rojnameger Barış Barıştiran, Cigerxwin Înce,  Serdar Altan û Fuat Yaşar ku bi sedema parvekirinên hesabê medya civakî doz li wan hatibû vekirin, li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dadgehê der barê Fuat Yaşar de biryara beraêtê û der barê Serdar Altan de jî 1 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Rojnameger Barış Barıştiran, Cigerxwin Înce,  Serdar Altan û Fuat Yaşar, bi sedema di hesabê medya civakî de nûçe parve kirine, bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" doz li wan hatibû vekirin. Dozger ji salekê heta 5 salan ceza ji wan dixwest. Danişîna dozê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna doza der bare Yaşar de, Yaşar û parezerên xwe li salonê amade bûn. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakkı Boltan jî doz şopand. Pişti Yaşar û parêzeran parastin kir diyar kirin ku di çarçoveya azadiya ramanê de mafê xwe bikar anîne. Parêzerê Yaşar beraata Yaşar xwest. Heyeta dadgehê jî der barê Yaşar de biryara beraetê da.    Danişîna doza Rojnameger Serdar Altan jî li heman salonê hat dîtin. Altan û parêzerên xwe li salonê amade bûn. Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakkı Boltan jî amade bû. Piştî îdîaname hat xwendin Altan parastin kir û diyar kir ku piraniya parvekirinên wî li ser nûçeyan e. Rojnameger sucdariya der barê xwe de qebûl nekir û wiha got: "Ez rojnameger im. Parvekirinên min naveroka wan a nûçeyan e. Ez beraeta xwe dixwazim. Piştre dozger ceza xwest. Dozger ji ber 2 parvekirinên 2015'an ku wêneyên endamên YPG'ê parvekirinebûn bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" ceza xwest. Parêzerê Serdar Altan Serdar Çelebî jî parastin kir û diyar kir ku ne bi armanca propaganda ye û di çarçoveya azadiya ramanê de agahî parve kirine. Serdar Çelebî beraeta Serdar Altan xwest.    JI BO DU WÊNEYAN 1 SAL Û 6 MEH CEZA BIRΠ   Heyeta dadgehê jî der barê Altan de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" 1 sal û 6 meh û 20 roj cezayê girtîgehê birîn. Ceza heta 5 salan taloq kirin.