Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin 2025-12-17 16:47:10   ŞIRNEX - Sadun Vural, li navçeya Silopiyayê tacîza zayendî li 6 xwendekaran kiribû û 25 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Tevî vê jî nehate girtin.    Mamosteyê bi navê Sadun Vural, li dibistaneke amadehî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê di dîrokên cuda de tacîza zayendî li 6 xwendekaran kir. Danişîna 4’an a doza Vural, li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Faîl Sadun Vural jî tev li danişînê bû. Dozgerê ku di danişîna 6’ê Cotmeha 2025’an de mutalaaya xwe da, xwest ku faîl Vural ji ber sûcê “îstîsmarkirina zayendî ya zarokan” were cezakirin û xwestibû madeyên “rêzeîstîsmara zayendî û biwesf a li dijî zarokan” were darizandin. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û dozgeriyê mutalaaya xwe ya berê dubare kir.    CEZAYÊ HEFSÊ HATE DAYIN LÊ NEHATE GIRTIN!    Parêzer Emîne Ozdemîr li dijî mutalaayê parastin kir û got: “Wekî di îfadeyên mexdûran de hatiye destnîşankirin, tacîza zayendî ya ji hêla faîl ve hatiyek irin teqez e. Lewma em dixwazin bêyî ku cezayê faîl were daxistin bê cezakirin.”    Şandeya dadgehê, ji hêla du mexdûran ve biryara beraeta faîl da û ji hêla 4 mexdûran ve cuda cuda 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da. Der heqê faîlê ku bi giştî 25 sal û 2 meh cezayê hefsê lê hate birîn de biryara girtinê nehat dayin. Tenê biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayin.