‘Dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike’ 2018-07-13 13:10:25   ENQERE - Ji Aktîvîstên Komeleya Zarokan a Rojevê ya ji ber xebatên mafên zarokan bi rêve dibir hat girtin Mehet Onur Yilmaz, diyar kir ku dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike û got: “Civak jî di mijara tundiya zarokan de cûdakariyê dike.”    Nîqaşên li ser îstîsmar û cînayetên zarokan ê di demên dawî de zêde bûn, berdewam dikin. Komeleya Zarokan a Rojevê ya ji ber xebatên mafên zarokan birêve dibir, hat girtin têkildarî vê mijarê tespîtên girîng kirin. Li gorî yek ji Aktîvîstên Komeleyê Mehmet Onur Yilmaz, êrîşên li ser zarokan tim hebûn, lê di demên dawî ev êrîş eşkere dibin.    Yilmaz, diyar kir ku dewlet hesasiyeta ji bo “Danayên buheyê bacanê reş nîşan”  ji bo “Îstîsmara zarokan” nîşan nade û wiha axivî: “Ev yek rastî rexneyên mezin tên. Di vê mijarê de danayên rast tune ne. Bûyerên îstîsmarê ne rutin in û encama nêzîkatiya civakê ya li hemberî zarokan e. Di hesasiyeta tê nîşandan de dirûtiyek mezin heye. Ji ber ku civak tercîh dike ku tiştên bi serê hin zarokan hatine nebîne.”    ‘HESKIRINEK SEXTE LI HEMBERÎ ZAROKAN HEYE’   Yilmaz, anî ziman ku bandora pêşketinên siyasî jî, li ser bûyerên tên jiyîn hene û wiha got: “Li Tirkiyeyê çi dibe bila bibe, bandora xwe li ser zarokan dike. Di civakê de dejenerebûnek mezin heye. Ger OHAL hebe, ev ser zarokan jî bandor dike. Tiştên tên serê zarokan em nikarin vê yekê cûda bigirin dest. Cardin tiştên tên serê zarokan nayên dîtin û ev bûyer weke ku takekesîbin derdikevin holê. Dîsan zarok weke amûr tê dîtin. Ku hûn bipirsin, hemû kes hez ji zarokan dikin. Lê tedbîr ji bo zarokan nayên girtin û kesên hez ji zarokan dikin jî, zarokan naparêzin. Di bûyerên wiha de hemû kes xwe deşarj dikin, lê dûre van bûyaran ji bîr dikin. A  rastî li hemberî zarokan hezkirinek sixte heye. Hemû kes hez ji zarokên xwe dikin, lê bi giştî hez ji zarokan nakin.”    ‘CIVAK ÇI BIJÎ, ZAROK JÎ WÊ DIJÎN’   Yilmaz, da zanîn ku tenê kes tundiyê li zarokan nakin, di heman demê de tundiya  dewletê ya li dijî zarokan pir zêdeye û wiha bilêv kir: “Tiştên di civakê de pêktên hemû bandora  xwe li ser zarokan dike. Di pevçûnan de zarok jiyana xwe ji dest didin. Di bûyerên civakî de polîts raste rast êrîşî zarokan dikin û zarokan dikujin. Di pêvajoya aştiyê de, me dît ku li bajarên Kurdan zarok jiyana xwe ji dest nadin. Piştî 2015’an de di rapora me weşand de, li herêmê nêzî 90 zarokan jiyana  xwe ji dest dan. Gelo ji bo kuştin 90 zarokan civakê çi bertek nîşan da? Qet bertek tunebû. Li ser vê yekê axaftin hat qedexekirin. Komelya Zarokên Rojava ji ber ku rapor amade kir hat girtin. Civak di navbera zarokan de cûdakariyê û tercîhan dike. Civak eleqeyek pir hindik nîşanî mirina hin zarokan dide.” Yilmaz, gotina Haydar Ergul a “Mirina zarokekê ne tenê mirina wê/wî ye, mirina zarokên dine jî” bi bîrxist û wiha rêz kir: “Mirina zarokekê, agahiya mirina zarokên didin jî dide.”    ‘DEWLET NAVBEYNKARIYA ÎSTÎSMARA ZAROKAN DIKE’   Yilmaz, di  dewama axaftina xwe de wiha got: “Di warê îstîsmara li dijî zarokan dewlet berpirsiyariya. Weqfa Ensarê hebû. Di vî warî de jî dewletê berpirsiyartiya xwe ne anî cih. Mijarek hîn   xerabtir heye. Zewicandina zarokan. Dewlet navbeynkariya îstîsmara zarokan dike. Dadgehên zarokan, destûr didin ku malbat zarokên xwe bizewicînin. Zewicandina zarokan îstîsmare.”    SEDEMÊN DARVEKIRIN Û XESANDINÊ   Yilmaz, di dawiya axaftina xwe de bal kîşand ser sedemên nîşaqên darvekirin û xesandinê û got: “Dewlet ji bo bi ser rolên tundî û îstîsmara li ser zarokan bigire, nîqaşên darvekirin û xesandinê dixe rojevê. Lê ev yek ne çareseriye.”     MA / Kenan Kirkaya