Arîna yek salî ya li girtîgehê nabin nexweşxaneyê 2018-07-13 12:10:26   ENQERE – Hat zanîn ku hefteyek berê Arîn a pidik ku bi dayika xwe re li Girtîgeha Rihayê dimîne û bi nexweşîna hastimê dijî sewqa wê ji bo nexweşxaneyê hat kirin. Lê hat zanîn ku wê sewqî nexweşxaneyê nekirine.    Esma Yilmaz û bi keçika xwe ya yek salî Arîn re li Girtîgeha Jimara 2’an a Tîpa T ya Rihayê dimîne. Hat zanîn ku Arîn a bi nexweşîna hastimê dijî hefteyek berê bi lezgînî sewqa wê ji bo nexweşxaneyê hat kirin û lê wê heta niha jî nebirine nexweşxaneyê. Mêhdî Yilmaz duh çû hevdîtina hejvîna xwe û keça xwe û diyar kir ku dermanên şaş dane Arîn û hêj van dermanan neguherandine.    ‘NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ’    Yilmaz anî ziman ku şertên girtîgehê jî nehatine başkirin û got: “Her tim herareta Arîn radibe. Hefteyek berê bijîşkên revîrê sewqa Arînê ya ji bo nexweşxaneyê derxitin. Lê hêj wê nebirine nexweşxaneyê. Ji ber girtîgeh germ e, Arîn her tim nexweş e. Dermanan jî nadin. Bila demildest wê sewqî nexweşxaneyê bikin. Êdî em perîşan bûn. Ya bila hevjîna min berdin an jî bila wê sewqî Mêrdînê bikin. Da ku ez dikaribim keça xwe bibim dermankirinê û pişt re jî bibim girtîgehê cem dayika wê. 3 zarokên min din jî hene û bê dayika xwe mezin dibin.”    Yilmaz banga hestiyariyê li raya giştî kir û xwest hevjîna wî bê berdan.