Bîlîcî: Yên feramana Roboskî dan hatin xelatkirin 2018-07-13 11:41:52   AMED – Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bîlîcî diyar kir ku yên fermana komkujiya Roboskî dane anîne ser kar û li şûna hin kesên bên darizandin wan xelatkirin e û ev yek rê li ber endîşeyê vedike.    Tirkiyeya ku bi pergala parlamenteriyê dihat birêve birin ji 9’ê tîrmehê vir ve derbasî pergala “Serokatiyê” bû. Hemû wezaret girêdan Serokomariyê. Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Racî Bîlîcî kabîneya nû nirxand û got ku polîtîkaya bi ewlehiyê ve girêdayî dê encamên nebaş derxe holê. Bîlîcî anî ziman ku çareseriya di pirsgirêka Kurd de carek din vegeriyaye polîtîkayên ewlehiyê û got: “Lê bes ev polîtîka û pêkanîn dê pirsgirêkêç çareser neke.”    'AQLÊ DEWLETÊ VEGERIYEYA EYARÊN FABRÎKAYÊ’     Bîlîcî diyar kir ku pergala nû ku xistin meriyete pergalek bi pirsgirêk e û wiha got: “Elbet navên anîne meqaman girîngin. Lê beriya her tiştî pergal bi pirsgirêk e. Di warê demorkasiya Tirkiyeyê de tengezariyên micid afirandine û gefan li civakê dixwin. Kesên anîne meqaman bi hişê leşkerî li pirsgirêkê dinêrin. Dê polîtîkayên berê birêve bibin. Hiqûq û mafê mirovan dê ne hesibînin û bi vê polîtîkayê bişopînin. Aqlê dewletê vegeriya eyarên fabrîkayê.”    ‘PÊVAJO ZÛ VE JI SALÊN 90'Î BIHÛRIYE’    Bîlîcî destnîşan kir ku dê di pêvajoya pêşiya wan de bi polîtîkaya girêdayî ewlehiyê bê birêvebirin û wiha dewam kir: “Ev rewş wê tiştekî bi Tirkiyeyê nede qezenckirin. Berevajî vê wê winda bike. Li herêmê pêkanînên tên kirin, ji serdemên salên 90’î derbas kirin e. Di salên 90’î kuştinên siyasî gelek pêk dihatin. Niha jî tune dikin, bê bandor dikin û bi feraseta fetisandinê nêz dibin. Kes li mal û kargehên xwe ne bi ewle ye. Me zû ve salên 90’î bihûrandiye. Niha Tirkiye têk çûye.”    'YÊN FERMANA ROBOSKÎ DAN HATIN XELATKIRIN’    Bîlîcî bal kişand ser peywrîdarkirina Yaşar Guler ê ku anîn Serokatiya Serfermandiriyê û wiha axivî: “Dema ku komkujiya Roboskî pêk hat, Yaşar Guler li îstîxbarata serfermandariyê dinêrî. Li gel ku fermana komkujiyê da jî Guler nayê darizandin. Yên ku bi van îdiayan hatin rojevê niha jî li ser kar in û wan xelatkirin. Wan danîn asta herî jor. Halbûkî di pergalên demokratîk de kesên wiha tên darizandin. Dibe ku ji komkujiya Roboskî wêdetir komkujiyên mezin biqewimin. Zemîna vê dane çêkirin. Ji ber vê yekê em bi endîşe ne.”    Bîlîcî bang li AKP’ê kir û got: “Tirkiye bi rengek micid bûye dubendî. Mirov xwe mîsoger hîs nakin. Demildest dest ji van rê û rêbazan berdin. Rê li pêşiya siyaseta demokratîk vekin.”    MA / Mehmet Şah Oruç